Gulîstan Xalid
“Rengê rû û çavên me çiqas ji hev cuda bin jî, rengê rondikên me yek e.” Ev gotina kal û pîrên Afrîkay ye. Atmosfera ku niha li cîhanê, herêma me û Kurdistanê heyî, bi awayekî rojane wek jin bandora xwe ya yekser herî zêde li me dike. Hem di aliyê hizirîn, hem di aliyê hest û ruh de jî bandora wê heye. Pêvajoya kaosa li herêma me herî zêde bandorê li jinan dike. Lewra em di serdemeke wisa de ne ku zanebûna jinê û gera wê ya li azadiyê gihîştiye asteke bilind. Lê rastiya li cîhanê di encama siyaseta sîstema serdestiya mêr ya bi pêşengiya hêzên hegemon serdest bûyî, xetera li ser azadiya jinê û îradebûna wê derdixe pêş. Li gel şerê cîhanê yê sisiyan ku di siyaseta parçekirina gelan û dijberiya wan de israr dike, ya xuya dike şerekî bîrdozî yê eşkere û yekser li ser jinê bi rêbazên cuda pêş dikeve.
Rêber Apo pêvajoyên bixeter û metirsîdar yên li pêşiya jinê berî niha bi 20 salan dîtibûn. Dema ku got, “ hûn ji min pirtir di nava çarmixeke giran de ne”, Rêber Apo rastiya sîstema kapîtalîst û krîza wê ku wê bixwaze bi qurbankirina jin û gelan xwe ji vê kirîzê xelas bike da ku temenê xwe dirêj bike, dîtibû. Rastiya sîstema demagog û durû ku ji milekî ve qala azadî û mafên mirovan dike, ji milekî ve jî ji bo ku xwe li ser piyan bigire nirxê ku nefiroşe û neke qurban nîne. Sîstema kapîtalîst jin li hinek cihan dike reklam û wisa difiroşe. Mîna qesabekî bedena jinê dike parçe parçe. Li hin cihan jî bi serdestkirina kevneşopiyên olî jinê bi darê zorê didin firotin. Di rastiya pêşveçûnên ku li Efxanistanê dibin de ev demagojiya sîstema kapîtalîst baştir radixe ber çavan.
Hişmendiya desthilatdariya mêr geh xwe bi siyaseta nijadperestiyê dixwaze serdest bike, geh xwe bi siyaseta olperestiyê, geh jî xwe bi siyaseta demokrasiya sexte. Ji bo wan, kîjan zêdetir encamgir be wê derixin pêş. Li Rojhilata Navî ji ber ku zêde zemînê demokrasiya sexte nîne, vê carê dixwazin bi riya ku herî zêde di hişê civak û kevneşopiyên wê de hatiye birêxistinkirin bidin bikaranîn. Bi wê re itîfaq bikin û li gorî hesabên xwe bi rê ve bibin.
Îro eger ku bi hereketeke weke Talîban re lihevkirin tê kirin, ev tê wê wateyê ku destpêka pêvajoyeke bixeter ji bo tevayiya jinan û gelên azadîxwaz dest pê kiriye. Ev xeter jî pir xwezayî ye ku herî zêde jin his bikin û ji vê rewşê bikevin nava bêaramiyê. Lewra ya ku herî zêde ji tevayiya perestinan (zayend, ol, nijad) kişandiye jî jin e. Ji ber wê ji her demê zêdetir birêxistinbûn û têkoşîn şertê hebûna azad e.






