Fener…
Idrîs Henan
Girîngiya Efxanistanê ya jeo-siyasî xwe dispêre girîngiya cihê wê ya stratejîk. Ev yek bi xwe re rikberiya lîstikvanên jeo-stratejîk ya li ser cografyayê dide der. Ji lewra Efxanistan weke derbendeke transît ji derbaskirina petrol û gaza xwezayî ji Asyaya Navîn ber bi Behra Alereb ve ye. Di heman demê de xezîneya xwezayî ji neft, gaz û gelek mal û xamên fena “Zêr, Baqir, Hesin, Kobalt, Lîsyom, Uranyom û gelek elementên sêrek û kêmdîtî” re ye. Li gorî serokê berê yê Efxanistanê Hemîd Kerezayî mal, xam û serweta Efxanistanê zêdetirî tirilyonek dolar e. Ger ji bo civakê were bikaranîn wê teqez her ferdekî Efxanistanê bi qasî neferek welatên Kendavê têr û razî be. Ji ber vê girîngiyê ev welat her di dilbira lîstikvanên herêmî û cîhanî de ye.
Hemû nêzîkatiyên dewrûberê li gorî berjewendiya qata desthilatdar ya serwer bûn. Li beramberî civaka Efxanistanê ti pîvaneke exlaqî ya nêzîkatiyan nîn bû. Ji lewra jî gelek hêsan bû mirov xwe bavêjin balefirên revê û bedenên wan parçeparçe bibin. Bila mirin be û ne jî jiyana di bin siya hişmendiya tarîtî û koletiyê de be.
Li vir tişta ku were mehkûmkirin ev e: Çawa dikare wisa bi hêsanî mirovê civaka resen tûşî revê dibe? Gelo çima li ber xwe nade? Artêşek xwedî jimarek mezin di destê wê de çekên herî pêşketî hebin, çima nikare li ber çend hezar çekdaran li ber xwe bide? Gelo êrişên Talîban û bidestxistina deboyên çek û cebilxanê, pêvajoya êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Mûsil û Reqayê yên li Îraq û Sûriyê nayîne bîra mirovan? Tevî ku nav û cografya cuda ne lê herikîna bûyeran û lîstikvanên sereke yek in. Çeteyên DAIŞ’ê jî li Îraq û Sûriyê bi hêsanî rûpîvanek ji gelek dewletan mezintir û deboyên çek û cebilxanê yên herdu artêşên Sûriyê û Îraqê bi dest xistin. Ma Talîbana ku 20 sal in di koşeyek çiyayên Efxanistanê de hatibû hebiskirin, di neh rojan de ne li qesra Kabûl bû!
Niha her kes teybetmendiya lihevkirina welatên navendî û yên li dorê dizivirin dizane. Lê em dixwazin aliyê wê yê dîtir ronî bikin ku; hişmendiya di bin siya dagîrkeriyê de were avakirin, ancax tenê fêrî revê bibe. Ji ber vê jî mirovê koletiyê qebûl bike hêza xwe ya berxwedan û afrîneriyê ji dest dide. Her çavên wî li sifreya desthilatdariyê ye. Nikare ti rêbazeke çareseriyê bixuliqîne û koletiya xwe weke qeder dibîne. Hemû civakên li Sûriyê li beramberî DAIŞ serî tewandin, qata desthilatdar jî di nav de, rastî komkujiyên herî xirab hatin. Lê ji Kobanê û vir de azadiya mirovan wate û çêjeke dîtir li xwe bar kirin.
Weke encam tiştek ji hêza gel veguherînertir nîne. Ne teknîk û ne jî rihên dirêj dikarin wê hêzê têk bibin. Lê pêwîst e mirov xwedî baweriya serketinê be ku çerxa veguherînê bide xebitandin. Çawa ku îro hemû aliyên li ser Efxanistanê mutefîkên hev bûn, îro jî carek din li her derê mutefîkên hev in. Ancax têkoşîna gelan a ber bi azadiyê ve jî bi itîfaqa mezin a gelan re pêkan û bi ser keve. Derveyî vê yekê wê jiyana di bin siya dagîrkeriyê de her xweavêtina ji balefiran û miçemiçe koleyên herî erzan be.






