“Jİ NÊZ VE”
Ednan MUSTAFA
Ev demek e medya PDK û ENKS’ê vegera gelê Efrîn’ê ji bo Efrîna dagîrkirî xistine rojeva xwe. Ango propaganda vegera gelê Efrînê yê berxwedêr ji Şeheba, Heleb û deverên din dikin ku careke din bikevin binê nîrê çeteyên DAIŞ û faşîzma AKP’ê û MHP’ê li herêma dagîrkirî.
Ji bo ev yek pêk were di serî de dagîrkeriya Tirkan, PDK û ENKS tiştê ji destê wan tê dikin. Gelo armanc xwestina vegera gel ya Efrîn’ê çi ye? Çima rêjima AKP’ê dixweze di vê demê de gel vegere û çima ENKS piştgiriyê dide vê politîkaya vegerê? Dema mirov ji nêz ve rewşa dagîrkeriya Tirkan bişopîne, emê bizanin ka çima vê demê faşîzma AKP’ê giranî daye vê yekê.
Ya yekê; dagîrkeriya Tirkan li pey siyaseta mayîndekirina xwe ya li Efrînê ye û çawa sala 1923-26 Lîwa İskenderûnê dagîrkir û pişt re bi referandomekê bi ser Komara Tirkiyê ve kir, niha jî heman polîtikayê dide meşandin. Lê ji bo zemîna vê yekê amede bike, bi destê nokerên Kurd PDK û ENKS dixwaze Kurdan vegerîna Efrînê.
Ya duduyan; dagîrkeriya Tirkan ji bo ku bikare li pêşberî cihanê û raya giştî xwe paqij derxe û rawabûnê bide polîtika xwe, ji raya giştî re dibêje bi qasî welatiyên Ereb ji Gpta, Hema, Hims û Helebê li Efrînê hene, va ye Kurd jî hene û her roja ku derbas dibe vegera wan jî bi hemahengiya koma Kurd di nava opozisyona Sûrî de ENKS’ê tê kirin û vegera malbatan ya Efrînê çêdibe.
Ya sisiyan; di warê vegerê de erkê dagîrkeriyê dayî nokerên Kurd çi ye? Ew e ku di aliyê propoganda vegerê û di serî de, bi rêxstinkirina malbatên alîgirên ENKS’ê û malbatên din yên Kurd. Ji bo vê yekê ENKS’ê bi desteka PDK’ê budçeyek veqetandiye û her malbata vedigere Efrînê destekeke madî didinê. Ev piştgiriya madî bi riya encûmena ENKS’ê ya xwecihî tê kirin. Herwiha kesên weke Ebdulhekîm Beşar, İbrahîm Biro Remîz qaşo Efrîn, bi perspektîfên rayedarên PDK’ê Azad Berwarî û Hemîd Darbendî karê vegera Efrîniyan ji Şehba û Efrînê organîze dikin.
Di siyseta vegera Efrînê de, bi qasî ENKS û PDK’ê hevkarên dagîrkeriyê ne, bi qasî vê yekê jî Rûs û komên ser rêjima Sûrî yên bajarokê Nibil û Zehra jî di nava vê polîtikaya qirêj ya vegerê de ne. Di warê pratîk de di navbera Subayên dagîrkeriya Tirkan, subayên rêjimê bi agahdariya Rûsan tensîq ji bo vegerê tê kirin. Qaçaxçiyên ku bi erêkirina leşkerên Tirk û Rûsan kar dikin û ji xelêk Nubil û Zehra ne. Bi pereyekî mezin li ser xeta Nubil, Zehra û Şêrwa derbaskirina malbatan bi terfîqa leşkerên Rûs çûna Efrîn’ê çêdibe. Em dikarin bêjin ku hevkariyeke sêalî di navbera Rêjoma Sûrî, dagîrkeriya Tirk û Rûsya, mijara gotinê ya vegera Efrînê tê kirin.
Her çendî, di warê amar û jimara malbatên vegeriyane Efrînê li ber destê me nebin jî, lê ya girîng di demekê de ku dagîrkeriya Tirkan êrîşên xwe yên hewayî, li ser Şingal û bakurê Sûrî zêde kirine. Herwiha derî ji pêleke nû ya koçberan re vekiriye û bi vê yekê ve girêdayî teşwîqkirina vegera Efrînê polîtikayeke hevpar û girêdayî hevdu ye. Bi gotineke din Dagîrkeriya Tirkiyê bi sepandina siyaseta xwe ya dagîrkeriya nû hemû derfetên xwe xistine xizmeta vê yekê û rawabûnê dide avakirin. Li hemberî vê yekê sekinandin û pûçkirina vê polîtîkayê erkekî mirovî û exlaqî ye.






