Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

SOZÊN RÛSYA JI XELKÊ RE EV ENCAM GIRT!

25/08/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ji Îmraliyê pêşniyarên aştiyê ji bo Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

DILYAR CIZÎRÎ

Dewleta Tirkan ya dagîrker piştî êrîşa ser Fermandarê Giştî yê YPŞê û Nexweşxaneya Sikêniyê ya Şingalê, êrîşî bajarê Zirgan ku tijî sivîl in û yek noqteya leşkerî ji bilî navenda Asayişê lê nîne, kir. Zarok jî di nav de bi dehan kes şehîd û birîndar bûn. Jixwe topbarana gundên Til Temir, Şehba, Efrîn, Girê Spî, Minbic û Babê hema hema rojane heye. Tişta balkêş ew e ku li Zirgan û Til Temir li nêzî herêmê tên topbarankirin, bargehên Rûsya û polîsên wan yên leşkerî hene. Ji ber wê emê di vir de behsa bûyerên dawî yên li Til Temir û Zirganê bikin. Mane bargeha Rûsya ya li Til Temir û pê re xeta dirêj ya leşkerên hikûmeta Şamê di dawiya sala 2019’an de di encama peymana di navbera Rûsya û Tirkiyê de pêk hat. Mane QSD’ê xwe ji wê xetê vekişand û hêzên hikûmeta Şamê qaşo di binê navê parastina şêniyên Zirgan û Til Temir de, li wir bi cih bûn.
Di rojên destpêkê de û dema bi hezaran leşkerên hikûmeta Şamê ji dehan gundan reviyan û Dewleta Tirkan û çeteyên wê anîn ber bajarên Til Temir û Zirganê, xelkê herêmê bê parastin hiştin û bi dehan gundên wan bê şer radestî dewleta Tirkan û çeteyên wê kirin.

Di wê demê de em li wir bûn û me bi kamîreyên xwe kêliyên destpêkê yên vekişîn û reva leşkerên wan belge kirin. Di vir de gotina pêşiyan ya dibêje “Şeva reş ji êvarê ve xuya dike” hat bîra min. Di rastiya xwe de li wir niyeta Rûsya û hikûmeta Şamê ya ne zelal û pîlanger diyar bû. Ne ku nikarîbûn dewleta Tirkan û çeteyên wê rawestînin, lê ya wan ew bû şervanên QSD’ê ji herêmê vekşin û bi hêsanî dewleta Tirkan nêzî Zirgan û Til Temirê bib. Paşê gotin agirbest heye û êdî herêm rastî êrîşan nayê. Lê tişta li ser erdê dibe berûvajî wê ye û êrişên dawî yên li Zirgan û Til Temir vê yekê piştrast dikin.

Nêzî 2 hezarî şêniyên Zirgan û Til Temir bi armanca şermezarkirina helwesta Rûsya derbarê êrîşa li ser Zirgan û gundên Til Temir de kom bûn û bi hêrs berê xwe dan bargeha Rûsya ya li Til Temir. Nûnerên gel derbasî bargehê bûn û peyameke nivîskî û hin belgeyên derbarê hedefkirina sivîlan de radestî fermandarên wan kirin. Paşê li ser daxwazî û israra nûnerên gel fermanndarên Rûsya bi gel re berê xwe dan Zirganê, li navenda Asayişê ew û fermandarên Rûs bi Meclisa Zirgan, Til Temir û Berdevkê QSD’ê Aram Hena re civiyan.

Fermandarên Rûs ku li vir nûnertiya dewleta xwe dikin, di civînê de soz dan ku wê rê nedin dewleta Tirkan ku careke din êrişî herêmê bike. Ev soz li derdora saet 13.00’an li gorî dema herêmê pêk hat. Tişta balkêş tenê piştî 5 saetan balafirên bêmirov yên dewleta Tirkan ya dagîrker navenda têkiliyan ya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bombebaran kir. Ev jî encama soza fermandarên Rûsya ji şêniyên herêmê û berdevkê QSD’ê re bû. Ev pir baş zelal dike, tevî nakokiyên wan dewleta Tirkan û çeteyên wê ji bo dijberiya Rêveberiya Xwerser pir hêsan dikarin bi Rûsya û hikûmeta Şamê re bikevin nava têkiliyan. Jixwe eger em vegerin dîrokê Rûsya gelek caran bi gelê Kurd re xayîntî kiriye û niha jî tenê aramnc û niyeta wê ew e ka çawa herêmên Rêveberiya Xweser bikevin destê hikûmeta Şamê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.