Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ezmûna ragihandinê ya demokrasiyê

25/08/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ji Îmraliyê pêşniyarên aştiyê ji bo Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Sûriy ket nava şerekî giran yê navxweyî. Welatekî roxiyayî û birîndar e û hê bi sîstema yek partiyê tê meşandin. Di serê sedemên şerê navxweyî û pirsgirêkên giran ev sîstema yek partiyê tê. Lê digel vê roxîn û wêraniyê hêsên nûnertiya vê rejimê dikin, di domandina sîstema yek partiyê de israr dikin. Dema nêrînek û daxuyaniyeke li hemberî wê tê dayîn di nava derdorên siyasî de dibe sedema kelecan û gotûbêjê. Û ev tişteke xwezayî ye. Weke erdê bi hesreta avê, Sûriye jî welatekî bi hesreta demokrasî û azadiyê ye.

Li Sûriyê hilbijartinê derbatê guhertinê de ti hêvî neafirandin. Sûriyeye tê zanîn ya klasîk di ciyê xwe de ma. Hat ragihandin ku Beşar Esed ji sedî 95 deng girtine. Bi awayekî adil hilbijartin çênebû. Ragihandin û tevayiya amûrên propagandayê di destê rejimê de ne. Weke din beşeke girîng ya Sûriyê jî neket hilbijartinê. Xwezayî ye ku hilbijartinê di nava gel de kelecan û hêvî neafirandiye. Li aliyê din di sîstema yekpartiyê de, di hişmendiya Beesê de guherîneke herî piçûk jî nehat dîtin. Ji bo ku di azadî û demokrariyê de guhertin çêbe pêşî pêdivî bi guhertina hişmendiyê heye. Rejima heyî dixwaze her tişt weke berê, weke berî 2011an dewam bike û hewldana wê tev ji bo wê ye.

Axaftina Beşar Esed ya piştî hilbijartinê ya di merasima sondxwarinê de pir xerab bû. Dîsa pirsgirêk tev bi hêzên derve ve girê dabûn û gotibû di serî de Kurd gelek derdor xayîn in. Yên stûyê xwe xwar dikin welatiyên maqûl bûn, yên stûyê xwe xwar nekin divê werin tasfiyekirin.

Berî niha B. Esed dîsa axaftineke berfireh kir. Hikumeta nû diyar kiribû. Xîtabî hikumeta nû dikir. Ya rast ev bernameya hikumetê bû. Lê diviya serokwezîr yan jî serê hikumetê bername pêşkêş bikira. Lê di rejimên yekpartî de ti giraniya hikumetan nîne. Ji ber wê axaftina B. Esed ne ecêb e.

Axaftina Esed axaftineke di jor de bû, sepandin hebû. Ya bûyî sedema nîqaşê pirbûna jimara welatiyên Sûriyê û sîstemeke nenavendî bû. Gelo behsa Sûriyeke demokratîk dikir? Yan wê di sîstemeke yekpartî de, di dîktaroriya Beesê de di rêveberiyên herêman de hinekê rol bide wan? Ev pirs girîng in. Lê ji bo demokrasiyê û xurtbûna rêveberiyên herêmî çawa me gotî pêşî pêdivî bi guhertina hişmendiyê heye. Piştî wê divê ev maf bikevin binê parastina qanûnan û destûrê. Ji bo wê jî divê di civakê de rewşenbîr tevayiya hêzên bi çarenûsa gel re têkildar tevlî nîqaşan bibin. Destûr peymanên civakî ne. Divê derdorên civakê yên berfireh bi nîqaşê biryar bidin ka wê çawa bi hev re bijîn. Mafên bi biryarên ji jor ve bên dayîn wê bi biryarên wan bên rakirin jî. Lê eger hêzên civakî tevlî bibin û berjewendiyên xwe biparêzin wê demê wê ti kes nikaribe wan mafan rake. Ji bo wê divê mûaredeya Sûriyê û derdorên demokratîk gel ronî bikin. Kesekî ku di jor de fermana demokrasiyê bide demokrasî bi wî rengî nayê. Waliyê Enqere yê kevin Nevzat Tandogan jî gotibû, eger ji bo vî welatî komûnizim  lazim be wê jî emê bînin. Beşar Esed jî dibêje, eger navendîtî ne baş be eyarkirina wê jî ezê bikim. Ya rast Bees û Esed ji gotina demokrasiyê hîç hes nakin û dixebitin bi kar neynin. Herî dawî li Efxanistanê ji bo rewabûna xwe Talîbanê behsa guherina xwe dike û dixwaze xwe şîrîn nîşan bide. Lê dema dor hat ser demokrasiyê rûyê xwe yê rast nîşan da. Gotin wê demokrasî nebe, emê welat bi şerîetê bimeşînin. Beesî jî dibêjin, em laîk in û em sîstemeke li ser bingehê dîn naxwazin. Lê himbêzkirina wan ya desthilatiyê û xistina destê xwe ji rêbazên dînê hêrî hişk hişktir e.

Ji bo wê divê hêzên Sûriyê yên demokrasiyê, di serî de jin û ciwan, rewşenbîr heta dawiyê azadiya xwe û mafê xwe yê birêxistinkirinê xwedî derkevin. Vî welatî berdêlên giran dan. Ji her kesî pirtir para Beesê di vê rewşê de heye. Divê neyê qebûlirin ku êş pirtir bê kişandin. Ji bo wê pêdivî bi destûreke wisa heye ku maf û azadiya wan di binê parastinê de be. Divê tevayiya gelan, çand, bawerî û zayendan di şertên wekhev de di nava ewleyiyê de bi awayekî azad peymana jiyana bi hev re çêkin. Bi fermanên ji roj ve demokrasî nayê. Azadî nayê bexşkirin, tê bidestxistin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.