SERDEM SILO
Di demekê de ku gelê Kurd salvegera 15’ê Tebaxê, roja vejîna nû ji bo gelê Kurd, bîr dianî, dema ku şehîd Egîd guleya yekê li dijî dagîrkeriya Tirkiyê li bakurê Kurdistanê avêtî, li Şingalê jî civaka Êzîdî şehîd Mam Zekî bîr dianî, dewleta Tirkan du rojan li pey hev êrîşî Şingalê kir û di 16’ê Tebaxê de tirmbêla rayedar Seîd Hesen kir hedef û di 17’ê Tebaxê de jî êrîşî nexweşxaneya gundê Sikêniyê kir û komkujî pêk anî. Di encamê de 8 kes şehîd bûn û 4 kesên din jî birîndar bûn.
Dema ku em van bûyeran rast şîrove dikin tê dîtin ku dewleta Tirkan ya dagîrker û bi hevkariya hêzên hundir yên Iraqê hewl dide Rêveberiya Xweser ya Demokratîk li Şingalê hilweşîne da Şingal bikeve destê hêzên sermayedar û emperyalîst, da ku civaka Êzîdî nikaribe bigihîje azadiya xwe ku Rêveberiya Xweser nûnertiya wê dike. Di encama komkujiyên di salên borî de bi ser civaka Êzîdî de hatine ti projeyeke guncaw derneket ku civaka Êzîdî derseke dîrokî jê bigire û xwe biparêze û xwe bi rêxistin bike, yan jî bikare yekîtiyekê di nava xwe de ava bike.
Lê komkujiya dawî ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi awayekî hovane bi destê çeteyên DAIŞ’ê li dijî civaka Êzîdî pêk hatiye, vê carê ji bo civaka Êzîdî zeman hatiye guhertin, êdî Êzîdiyan rûreşî û rûyê rast yê dewlet û partiyên Kurdistanê yên ku hevkariyê bi dagîrkeran re dikin baş nas kirine. Nemaze piştî ku welatiyên Şingalê li hemberî qirkirinê rûbirû hiştin û reviyan. Li ser vê yekê civaka Êzîdî bi awayekî lezgîn xwe komî ser hev kir û xwe bi rêxistin kir û di encamê de bi armanca rizgarkirina qezaya Şingalê ji destê çeteyên DAIŞ’ê û rizgarkirina jinên ku DAIŞ’ê revandine, Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şingalê (YJŞ) hatin avakirin.
Cara yekê jinên Êzçdî beşdarî nava hemleyên rizgarkirina bakur û rojhilatê Sûriyê û bi taybetî paytexta xîlafeta DAIŞ’ê (Reqqa) dibin. Li rex avakirina hêzên leşkerî, civaka Êzîdî bi awayekî sîstematîk xwe bi rêxistin kir, da ku rêveberiya xwe ya siyasî ava bike. Di encamê de Rêveberiya Xweser ya Demokratîk ya Şingalê ji nava kambaxiya komkujiyê derket û ava bû û ev heft sal in karê xwe didomîne û bi armanca parastina civaka Êzîdî bê navber xebata xwe didomîne da ku îradeyeke Êzîdî ya azad ava bike.
Rêveberiya Xweser ya Şingalê gihîştiye qonaxeke girîng di dîroka Êzîdiyan de û di kongreya çaran de ku di 24’ê Tîrmeha borî de hatiye lidarxistin pêkhateya Ereb jî beşdarî nava vê rêveberiyê bû. Êdî ev rêveberiya di navbera Êzîdiyan û Ereban de hatiye avakirin, bûye nimûneyeke rêveberiyê li bal civaka Êzîdî û êdî ev rêveberî li ser asta giştî ya Iraqê bûye mînak.
Şingal ev heft sal in, ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatiye parastin, bûrvajî parêzgehên din yên Iraqê ku DAIŞ rojane kuştin û êrîşan pêk tîne. Artêşa Iraqê jî rojane hemleyên ewlekariyê dest pê dike da ku DAIŞ’ê tine bike. Lê li Şingalê welatiyên wê parastina xwe dikin rê li pêşiya êrîşên DAIŞ’ê hatiye girtin. Ango Şingal berûvajî berî heft salan û berî komkujiya dawî hatiye parastin û Şingalê nîşan da ku ji bilî welatiyên Şingalê ti hêz nikarin Şingalê biparêzin.
Ev rêveberî û hêza li Şingalê hatiye avakirin, dibe ku heta radeyekê Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) û dewleta Tirkan ya dagîrker ku di gelek aliyan de hevkariya hev dikin û bi taybetî di warê istixbaratî de, tengezar kiribe. Ji ber ku daxwaziya PDK’ê û dewleta Tirkan di hilweşandina vê rêveberiyê de heman armanc in. Tirkiye vê projeyê wek metirsî li ser xwe dibîne û wek metirsiyekê li ser herêmên bi nakok uên girêdayî madeya 140an destûra Iraqê ku Tirkiye hewl dide bi riya wê serdestiya xwe li ser van herêman ferz bike, dibîne. PDK jî vê projeyê li ser xwe metirsî dibîne. Ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser PDK’ê bi lez hevpeymana 9’ê cotmeha 2019’an bi hikûmeta Bexdayê re imze kir.
Lê civaka Êzîdî tavilê metirsiya vê hevpeymanê nas kir, ji roja hevpeyman hatiye imzekirin ve welatiyên Êzîdî li dijî vê hevpeymanê li ber xwe didin. Destkeftiya yekane ya hikûmeta Iraqê jî ji vê hevpeymanê ew e ku El-Kazimî bawerî ji aliyên Iraqê girt, ango propaganda da ku xwe wek kesekî bihêz di dewleta Oraqê de nîşan bide. Lê civaka Êzîdî jî metirsiya vê yekê tavilê nas kir û rê li pêşiya pêkanîna vê hevpeymanê li ser erdê girt.
Tevî gelek êrîşên ku dewleta Tirkan ya dagîrker bi hevkariya dewletên herêmê û PDK’ê pêk tîne, hê jî welatiyên Êzîdî berxwedana xwe li dijî van hêzên ku hewl didin rêveberiya wan têk bibin didomînin. Êrîşên dawî û helwesta civaka Êzîdî ji dagîrkeriyê isbat kir ku ji bilî berxwedan û têkoşînê ji bo vala derxistina van komployan ti rê li pêşiya Êzîdiyan nîne. Nemaze êdî Rêveberiya Xweser bûye hêzeke siyasî ya sereke li Şingalê û giştî qada Iraqê û êdî li Şingalê gotina dawî ya welatiyên wê ye.






