Fener…. 20.8.2021
Idrîs HENAN
Li gorî devok, lîterator û gerdişên Kurdan; ê ku dibêje û nake nemêr e. Lê yê ku nabêje û dike şêr e. Yê ku dibêje û dike jî mêr e. Îro jî ew sinifê ku dibêje û nake pir bûye û hewl dide feraseta xwe ya nemêriyê weke çand bi ser civakê de bisepîne.
Di pêvajoya aloziya Sûriyê û herêmê de ku deh salan derbas dike, gelek “Gotvanên ku nakin” derketin ser sehnê. Hinek jê mirin û piraniya wan xweş in. Ji ber ku nakin zûbizû namirin jî. Li cem wan çi pîvanek mêrantî û nemêrantiyê nîne. Fena miriyê têye telqînê. Ew jî zindiyên mirî yên telqînkirî ne. Bi gotineke din xwedî qafên vala yên bi bayê serdestan hatine tijekirin û werimandin. Kengê û li kû derê jê bê xwestin dibin pêlav û li kû jî bê xwestin ji neyaran re vediguherin cilika sor a bin solan. Her weke riman di sîngê civakê de çikandî ne. Ji bo ajîtasyon, dezenformasyon û propagandaya reş, di gola genî ya sîstemên dagîrker de melevanî û nêçîra masiyan dikin. Serê civakê bi derewan dinepixînin û bi rêbazên melayê ku dibêje û nake, civakê tûşî mirina misoger dikin. Îro jî, dema dengê zîrezîran li dora Efrînê bilind dibe, awazên heman nemêran e. Nemêrên ku dibêjin û nakin.
Ev cureyê mirovan ku xwedî vîna radestbûyî ne, tevî idiayên wan ên mezin jî, ti carî nikarin ji civakên berxwedêr re bibin rêber û pêşeng. Di genetîka avabûna wan a zindîbûnê de ti genên mirovatiyê nînin. Hemû taybetmendiyên wan derexlaqî û nemerdane ne. Bi hişmendiya xefkê û nêçîrê tev digerin û her civakê li bela û bobelatan diqelibînin. Kesayetên wisa bê karekter û heysiyat in. Wijdana wan naêşe ku mirovan tûşî xeter û tehlûkeyên mezin dikin. Bi qasî ku fermandar dibêje pifî zirneyê dikin û awazên xapînok ên cehrî dirêsin. Hewl didin bi xwe re civakê jî, li dora maseya koletiyê ya celad û serdestan bidin semakirin. Semaya mirina bi xweşî ya li ser sifreya tarîtiyê dikin. Bi kîn û nefret li dijî esil, nesil û çermê xwe têdikoşin ku bala celadên xwe bikişînin.
Îro jî gelek nemêr û qehremanên dibêjin û nakin derketine û şîretan li gelê berxwedêr ê Efrînê dikin ku, berê xwe bidin hembêza dagîrkeran û di binê siya wan de bêrûmt bijîn. Ew jî wek me bi çav, dev û serî ne. Lê mixabin kor, lal û bêhiş in. Ji sibê heya êvarê li Cemîl Horo, Ednan Dilbirîn û Mihemed Şêxo guhdarî dikin. Di ber awazên stirana ‘Efrîn hat xum û xuş e’ re sermest dibin û rondikan dibarînin. Lê ji bo jinên ku kêlî bi kêlî li Efrînê tên revandin û destdirêjî li wan tê kirin, zarokên ku tên kuştin, ciwan û kalemêrên çav tên şkandin rondikekê jî nabarînin û ne jî damarek rûyê wan dilerize. Berûvajî wê yekê, çiqas civakê bixapînin û rastiya dagîrkeriyê veşêrin ewqas serbilind û şad in ku erkên xwe pêk anîne.
Ji bo wê pêwîst e gelê me bi van kesên nemêr ên ku dibêjin û nakin neyê xapandin û çawa baweriya xwe bi dijmin nake, bi wan jî neke. Ew cureya zindiyan misyoner in û ji bo ku dagîrkeriyê û kiryarên wê rewa bikin têdikoşin. Armanc, hesret û heyraniya wan ew e ka çawa bibin koleyên herî baş ên dagîrkeriyê. Fena banê qul binbanê wan jî şil e.






