Binefş Sarya
Di vê serdemê de desthiladaran Rojhilata Navî kiriye cihê şer, kuştin û talanê. Roja ku em li ser ekranên tv yan, rûpelên rojname û malperên ajansan nûçeyên kuştin, mirina mirovan nebihîzin nîne. Her bosteka axa Rojhilata Navî ji milê hêzên hegomon ve hatiye dagîrikirin û tê dagîrkirin. Di her demê de ev hêz hin grubên çeteyan ava dikin û weke zebaniyan berdidin nava welatên Rojhilata Navî. Jixwe hin dewletên vê herêmê jî ku li ser hikum in tenê ji bo xirabkirina vê axê dijîn. Weke nimûne dewleta tirkî ya ku li ser temelê dagîrkerî û zulmê hatiye avakirin, di her firsetê de êrîşî deverekê dike û komkujiyan pêk tîne. beramberî her cure êrîş û desthiladariyê mafê her mirovî yan jî zindiyî heye ku xwe biparêze. Jixwe hest yan jî ajoya xweparastinê yek ji ajoyên gerdûnê ye. Eger zindiyek bixweze bijî berî her tiştî lazim e bizane xwe biparêze. Çawa Rêber Abdulah Ocalan dibêje “gul xwe bi sitiryên xwe diparêze” eger zindiya herî narîn û bêhnxweş li hemberî heyînên derve xwe bi şêwayê herî baş diparêze, wê demê çawa dibe ku mirov yan jî zindiyekî din bê refleksa xweparastinê bimîne. Di vê demê de ku ewçend êrîşên dijiwar li ser parzemîna Rojhilata Navî tê meşandin, ne pêkan e ku mirov nekeve nava hestên xweparastinê. Lê ya rast xweparastin tenê jî têra jiyaneke rast û azad nake. Ji bo tu bikarî bi awayekî baş, rast û azad bijî wê demê pêwîstiya te bi rêbazên xweparastinê jî heye. Berxwedan tenê jî ne roya çareseriya jiyanê ye. Eger mirov tenê di nava hişmendiya berxwedanê de be, wê demê wê dijiminên te bi her rêbaza hovane êrîşî te bikin û hewl bidin te tine bikin. Ji bo wê yek ji rêbazên xweparastinê jî refleksa êrişê ye. Eger em nimûne ji zindiyên din jî bidin, dema êrîşên dijwar li ser tebayekê çêdibe, wê demê ew zindî bi awayê herî tund êrîşî yê pêşber dike û ji bo jiyana xwe tekoşîna herî mezin dide. Eger em mirov jî zindiyên hem difirkirin û hem jî dipeyvin wê demê rêbazên me yên parastinê pêwîst e zengîntir û rasttir bin. Li hemberî her cure êrîşan berxwedan nabe hêza parastinê. Eger yên pêşberî te bi awayên dijwar êrîşî te kirin wê demê mafê te yê herî rewa ye ku tu jî bi heman şêweyî û dijwartir jî êrîş bikî û bersiva herî baş di dema xwe de bidî. Di vê sedsalê de hêzên desthiladar ne tenê êrîşî neteweuan, yan jî gelan dikin. Şerê ku niha li cîhana me diqewime hem şerê tinekirina netweyan û hem jî şerê tinekirina xwezayê ye. Neteweyên ku rastî van êrîşan tên pêwîst e hem xwe hem jî jîngehên ku lê dijîn bi her awayî biparêzin. Ji bo parastinê jî lazim e bersivên dijwar bidin hêzên desthiladar û êrîşkar. Ya rast di vê serdemê de eger mirov nebe hêza sereke ya parastina xwe, ti kes nabe hêza parastina mirov. Berî her tiştî lazim e mirov, yan jî gelên van herêman baweriya xwe bi hêza xwe ya cewherî bînin û xwe bixwe biparêzin. Di vê serdemê de eger hêza te ya parastinê tinebe wê qewmê te jî tone bibe.






