Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“JI NÊZ VE “

22/08/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ji Îmraliyê pêşniyarên aştiyê ji bo Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Waneya ji Efxanistan’ê – 1-

Ednan Mustafa

Di siya Talîban de Efxanistan

Di geşedanên dawî yên ku li Efxanistanê û vekişina Amerîka her roja ku diçe derdikeve holê. Dengvedana vekişîna Amerîka ya ji Efxanistanê rê li gelek şîrove û nerînên cuda vekir. Lê nerîna herî zal ew bû ku Amerîka di nava peymanekê de bi Talîban re dev ji Efxanistanê berda. Gelo 20 sal in hebûna Amerîka ya li Efxanistanê çawa çêbû ku di nava cend saetan de hêzên xwe vekişand û Efxanistan li ser tebsiya zêr pêşkêşî Talîbanan kir. Helbet li pişt vê yekê siyaseteke kûr ya Amerîka tê dîtin. Di serî de pêngaveke li himber Rûsan, Çîn, û Îranê çoqas tê dîtin jî lê di esas de vekişîna Amerîka piştî 20 salan ji Efxanistanê destpêkeke nû ji Stratejiya wê ye. Aliyekî Amerîka bi vê pengavê dixwaze bloka sêalî di nava Çîn, Rûs û Îranê de derbe bike, û cengên Çînê ku dirêjî herêma Rojhilata Navî dibe û piştgiriya wê ji Îran û Sûriyê bibire, dîsa ev pêngav jî bi Rûsya bi pirisgirêkên rojane yê heremê rûb rû bimîne, Amerîka serî li pengaveke wisa daye, û ya herî girîng di peymana di navbera Talîban û Amerîka de faktora Tirkiyê a sereke di herûma Rojhilata Navî de û piştgira wê ya herî sereke Rûsya dûr bixe.

Di peymana li hevkirinê ya Amerîka û Talîbanan de beşek bû ji peymana Tirkiyê û amerîka, Tirkiyê dixwest li ser Cumhuriyetên Sovyetam yên berê vebûna xwe ber bi Asya ve xurt bike. Ji bo vê yeke pêwîst bû li Efxanistanê bibe serwer û rola ku Amerîka li Efxanistanê dilîst bi heman misiyonê rabe. Amerîka jî ji bo hê zêdetir dûrî Rûsya bixe û pêwîstî bi Tirkiyê hebe ku weke hêzeke yedek ji bo xwe di heremê bi kar bîne.

Tirkiyê di vê demê de dixwest vekişîna Amerîka di çerçoveya hevdîtina di navbera Erdogan û Biden de ku berî 2 mehan li Cinivê hatibû lidarxistin, weke firset bi kar bîne û Siyaseta xwe ya Tirkbûn û Osmaniya nû li heremê belav bike. Ki bo vê yeke derbasbûna Tirkiyê bi erêkirina Amerîka ya Efxanistanê, dixwest bi kevirekî dû çûkan bîne xwarê ya yekemîn, serweriya  xwe ber bi Asya ve berdewam bike, ya dûyemîn li Rojhilata Navîn bi taybetî bi polîtîka xwe ya Iraq û Sûriyê de piştgiriya Amerîka bi temamî bigire. Di vê mijarê de a girîng û sereke mebesta Tirkiyê di polîtîkayê xwe li dijî Kurdan de hîn zêdetir berfrehtir bike. Ki bo vê yeke bi vekişîna Amerîka ji Efxanistanê xala ku herî zêde Tirkiyê û hevalbendên wê bi kar anîne û weke amûrekî şerê taybet xistin rojeva raya giştî û gotin “Bila Kurd li sûriyê ji Efxanistanê dersan derxin kîjan roj be wê Amerîka ji Sûriyê derkeve”. Dagîrkeriya tirkî ev yek bi zimanê tehdîdê li dijî Rêveberiya Xweser bi kar anî.

Di serî de Dagîrkeriya Tirkan û hevalbendên wê PDK dive bizanin ku ne Rojavayê Kurdistanê Efxanistan e û ne jî hêza Sûriya Demokratik QSD tevgera Talîan e. Şert û mercên heyî  li Rojava û muqawematên heyî ne mumkin e ku di dema niha de tiştê li Efxanistanê hatiye jiyîn li bakur û rojhilatê Sûriyê dubare bibe. Gelek nîşaneyên ku vê nerînê piştrast dikin hene…….(Didome)

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.