Zekî Bedran
Rejima Be´esê li Sûriyê hilbijartin kir. Beşar Esed ragihand ku ji sedî ser 95î re ji gel deng girtine. Di ser hilbijartinê re meh derbas bûn, lê li Sûriyê ti guherîn yan jî nîşanên guherînê nehatin dîtin. Di rejimên demokratîk de ne pêkan e ku endamek nêzîkî sedî dengan bistîne. Lewra ti civakên yekpare nînin û berjewendiyên her kesî ne weke hev in. Bi taybetî li ciyekî weke Sûriyê ku xizanên wê pir in û rêveberî ji komek dewlemendên li dorê kom bûyîn pêk hatiye, ne pêkan e ku berjewendiyên gel weke hev bin. Eger wisa bûya Esed bi ser ket, baş e ne pêwîst bû ku Sûriye niha rihet bibe û azadtir be? Lê tişteke wisa nîne
Di rejima Be´esê de di watê hişmendî û rêveberiyê de ti guherîn çênebûn. Gelê Sûriyê nikare rejimê rexne bike. Rewşenbîr û yên cuda dihizirin nikarin biaxivin û xwe bi rêxistin bikin. Yên bi rejimê ve ne girêdayî yan rexne dikin, yan mohra xayîntiyê li wan têxistin û tên tinekirin yan, neçar dibin birevin. Pêdiviyên gel yên herî sereke pêk nayên. Dolar her ku diçe bilindtir dibe. Mûçeyên kesên dixebitin têra xwedîkirinê nakin. Rejim dibêje sedema tinebûn û xizaniyê ambargoya li ser Sûriyê ye. Bêguman bandora ambargoyê heye. Lê ma para rejimê di ambargoyê de nîne? Bajarên Sûriyê bi giranî roxiyane. Ma ev şerê navxweyê tev berhema hêzên derve ye? Eger ji sedî ser 95’an re gel dengê xwe dide Be´esê, wê demê ev serhildan û reva derve ji bo çi ye?
Beşeke girîng ya Sûriyê ji aliyê dewleta tirkî ve hatiye dagîrkirin. Beşek jê di destê Rêveberiyên Xweser yên DAIŞ şkandîn de ye. Rêveberiyên Xweser her tim bangî rejimê dike ku pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin. Lê rejim guhê xwe nade wan. Halbukî diviya rejim vê ji bo yekbûna welat bike firset. Eger rejim û bakur-rojhilatê Sûriyê li hev bikin, wê hêviyê bide seranserê Sûriyê û pêşiya demokrasiyê vebe. Û wê dewleta tirkî tevayiya awantajên xwe winda bike. Eger Sûriye bibe yek wê derxistina Tirkan hêsan bibe û di destê wan de ti eger namînin.
Rûsya jî naxwaze li Sûriyê çareserî çêbe û demokrasî were. Amerîka û hêzên koalisyonê jî derdê wan ne demokrasî û aştiya navxweyî ye. Ew dibêjin, em dixebitin ku DAIŞ careke din xurt nebe. Ji bo Rûsya jî rejim girîng e. Derdê wan ew e ku li Sûriyê bimînin û berjewendiyên xwe biparêzin. Perîşanî û xizaniya gelê Sûriyê ji wan re ne derd e. Derdê dewleta tirkî jî ew e ku Kurdan biperçiqîne, bi çeteyên li dora xwe kom kirîn bi navê artêşa Sûriyê ya milî bi kar bîne û bike bedîla rejimê. Erdoganê faşîst bi milyonan Sûriyeyiyên reviyayîn welatî wî di karê erzan de bi kar tîne. Li ser navê wan bi milyaran Euroyan ji Ewropa distîne û wan dike amûrê şantajê. Ev dewletên me behsa wan kirî diyar e ku hesabê wan li ser Sûriyê heye. Yê vî hesabî xerab bike jî gelê Sûriyê ye. Gelek ku xwe bi rêxistin bike û li dora sîstemeke demokratîk bibe yek, wê li ser piyên xwe bisekine û lîstikan xerab bike. Eger rejim vê hişmendî û polîtîkaya xwe bisepîne wê gelê Sûriyê çawa bibe yek? Çawa ku tê dîtin rejima Be´esê di rejimeke otorîter de biisrar e û dixwaze her tişt weke berî 2011an be.
Welet parçe bûye û beşeke girîng dagîrkirî ye. Gel xizan û perîşan e. Paşroja wan ne diyar e. Hilbijartina bûyî kîjan hêvî afirandin? Tişteke wisa nîne. Wê Sûriye kengê û çawa bigihe aştiya navxweyî û aramiyê? Ti çareserî xuya nakin. Pirsgirêk weke xwe li holê ne. Faturaya wê jî di serî de jin û gelê Sûriyê didin. Yên li dora rejimê dewlemend dibin. Çavkaniyên Sûriyê li hev par ve dikin. Rejima Be´esê li şûna ku gelê xwe himbêz bike reformên demokratîk bike li deverên weke Şehba bi egera ku serê xwe jê re danaynin ambargoyê datîne ser welatiyên Sûriyê. Ji vê hişmendiyê yekîtî û demokrasî dernekeve. Ji bo wê îro pirsgirêka sereke rejima ye yekpartîbûnê û rejima Be´esê ye. Divê gel daxwaziyên xwe yên azadî û demokrasiyê bi dengê bilind diyar bike û têkoşîna xwe xurt bike.






