Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

NATO, Şangay, Îran û Cîhan

18/08/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nêzbûna Fransa û Elmanya?
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Mirov dikare vê sernivîsê wiha jî dirêj bike; NATO, Şangay (VARŞOVA nuh), Îran, Cîhan û Kurdistan.

Di sala1991ê de, bi hilweşandina Yekîtiya Sovyetê re, Peymana VARŞOVA jî belav bû. NATO, di pêşengtiya DYA de weke peymaneke cîhanî bi tenê ma.

Belê Rusya, qîma xwe bi vê neanî. Jibo rêveberiya cihanê, ji DYA re nehêle, ket nava hewldanan û di encamê de, li gel Çinê, di sala 1996’an de Rêxistina Hevkariyê ŞENGAY ava kirin. Di despêkê de, ji ber ku bi 5 dewletan avakirin, navê wê jî ŞANGAY’a PÊNCAN bû. Lê 2001ê de bûn 6 dewlet, 2017 de, bi beşdariya Hindistan û Pakistanê re, hijmara wan bû 8 û êdî navê vê peyamanê yê fermî jî bû Rêxistina Hevkariyê ŞANGAY.

Van peymanên bahsa wan hatî kirin, berhemên cenga cîhanê ya 2’an bûn. Niha di pêvajoya cenga cîhanê ya 3’yan de, gav bi gav zelaltir dibe ku êdî cîhan dîsa ber bi dubendî-sêbendiyên cîhanî ve diçe.

Ji ber ku hinek dewletên xwe bêalî dibînin an ditîne, êdî nema dikarin hebûna xwe bi tene biparêzin. Yek ji va Îran e. Di 12.8.2021ê de Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlekariya Netewiya Îranê Elî Şemhanî, li gel hevtayê xwe yê Rusyayê Nikolay Patruşev axivî û got;“êdî jibo endamtiya me ya ŞANGAY’ê, li ber me ti asteng nemane!”

Elî Şemhanî, li Îranê xwedî giraniyek berbiçav e. Herwiha vê giraniya xwe li derve jî dide xebitandin. Bi taybetî li Rojhilata Navîn; li Iraqê, Suriyeyê, Yemenê û hwd. yekser li dijî siyaseta DYA û İsrail’ê, di nava hewldanên dijwar de ye.

Bêguman hewldana wî ya ji bo Kurdistaniyan girîngin, hewldanên wî yên yekser têkildarî doza Kurdistanê ne. Weke gelek hempayê wî, heta nuha tiştekî erênî ji bo doza Kurdan ji wî jî nehatiye bihîstin. Lê ev nayê wateya ku ne têkildarî vê mijarê ye. Nexêr, wek mînak di 2015’an de, di 21.12018’an de li Tehranê N.Berzanî (Serokwezir bû), K.Telebanî û F.Huseyin pêşawazî kiriye, hûr û kûr axivîne. Di merasima serokatiya Îbrahim Reîsî’de, pêşewaziyek balkêş a ji derveyî siyaseta Îranê ya heyî  pêk hat.

Hema piştî vê gera dawî ya Tehranê, ew daxuyaniya ji bo beşdariya ŞANGAY’ê hat ragihandin. Li vir, mijara siyaset û dizayna nû a vê sedsala cenga 3’yan a cîhanê derdikeve rojevê.

Dewletên sereke DYA û Rusya, dîsa weke berê dixwazin pêşengiya Benda/Pakta bikin. Lê vê carê Çin ne ji wan kêmtir e, di pêşbirka serokatiya bendan de.

Li aliyê din dewletên weke Îranê, Hindistanê, Pakistanê, Japonya û hwd. jî dixwazin cihê xwe qayîmtir û ewletir bikin, di vê piskirika bendan de.

Helbet ya girîng ji bo Kurd û Kurdistaniyan, cihê wan, siyaset û hilwesta wan, ew ê li kû derê û çawa be? Weke tê dîtin riya herî rast RIYA SISIYAN e. Ji ber ku heta niha Kurdan û ti gelan jî, ji wan bend/peyman ên hatibûn avakirin ti xêr nedîtine. Ha halê Flistîniyan, Tamîlan û gelek welat û gelên din li ber çavan e!

Lewma riya rast bi tenê, riya ku Rêber APO nîşan daye; RIYA SISYAN e. Ev rê, bi bingehên baweriya bi xwe û bi hêza gelê xwe ye. Bêguman destek û piştgiriya gelan a navneteweyî ya bi hev re nayê redkirin. Lê pêşî divê her alî bibe xwedî îrade, bibe xwedî fikir û ramana azad û li ser hêza xwe rabe ser piya, da ku karibe piştgriyeke baş bide aliyê din û herwiha piştgriya aliyê din jî nikare azadî û ewleyiya temamî bide.

Mînaka Rojava ya şênber li ber çavan e!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.