Zehra TUNÇ
Li binê konê reş yê çarstûnî yê li zozanê Kêla Memê ku çaydana reş li ser terafa li pêşiya kuçikê hêdî hêdî dikele û li pişt çaydanê jî agir ronêyê dide her çar kenarên kon, destana Cembeliyê kurê Mîrê Hekarî bi dengê denbêj Ehmedê Hemo gelek xweş li hev tê û guhdaran bi xwe re dibe li mêrgên zozanê Fereşînê digerîne û paşê careke din bi dengê dagirtina çayê re wan li binû kon vedigerîne. Piraniya guhdaran ji paleyiyê tên û hema piştî xwarina şîvê berê xwe didin dîwana Ehmed ya bitam. Li ber dengê stiranan û pişt re jî çaya li ser terafê bi bîna fereh dema xwe girtî westana xwe ya nava rojê ji ser xwe davêjin.
Her ku Ehmed bi gotina hey hey hêêê weke ku navber bide hêdî hêdî dengê xwe kêm dike pey re nefesekê digire û bi rêzikên li pey wê tên dewam dike. Ew destan bi qasî pirtûkekê hemûyê ji ber dizane, hinekê bi stiranî û di navberan de jî dengê xwe bi wezin kêm dike û hinekê bi awayê çîrokî dibêje. Careke din piştî nefesekê dengê xwe bilind dike û bi stiranî dewam dike…
Ehmed ji nava stiranên dibêje herî zêde ji destana Cembelî hes dike û navê qeheremanê wê Cembeliyê kurê Mîrê Hekarî li neviyê xwe dike. Neviyê Ehmed Cembeliyê piçûk li ber dengbêjiya kalikê xwe mezin dibe. Ew delaliyê li ber dilê kalikê xwe ye û bi baldarî li ber destê wî perwerde dibe. Bi şevan di dema gotina stiranan de li kêleka kalikê xwe rûdine û li derdorê dinêre. Êaşê jî hêdî hêdî sist dibe û li ber dengê stiranan dikeve xewê û serê wî hêdî dikeve ser çoka kalikê wî. Ew xewnan dibîne hê jî kalikê wî dewam dike. Di navberê de jî destê xwe bi ser serê wî de dibe û bi wezna stiranê re dibe yek. Heta bi dawî neke nasekine û mêvanan rênake.
Cembelî her serê sibê bi awayekî bixwebawer diket nava zarokan. Di lîstokan de xuyayî û serkêş bû. Timî zarokan jê dipirsî û difikirîn ku ew ya rast dizane. Bi wê re hê pirtir ji xwe bawer dikir û dema zarokan bi ya wî nekir li wan dixist. Qîrînî bi ser wan diket. Dayîk û bavê wan bi hawara wan ve dihatin.
Weke ku kalikê wî dizanî di dema pêş de wê bibe qehremanê destaneke din ya li Zagrosan dewam dike. Pirî caran bi baldarî û heskirin lê dinêrî. Kesereke kûr dikişand û di ber xwe de digot, ev lawik ji me re namîne, temenkurt e… Weke gotina her zarok dişibe navê xwe û bi girîngiya ku derdor didin wan û navê wan mezin dibe, Cembelî jî bi heman şêweyî bû û weke ku ew gotin tam jî li gorî tevgerên wî bû.
Cembelî di temenekî piçûk de tevlî nava refên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê dibe û li herêma Zagrosan gerîlatiyê dike. Her çendî piçûk e lê nahêle hevalên wî bi çavê zarokan lê binêrin. Bi bawerî û heskirina kalikê wî dayiyê tevlî nava jiyanê û kar dibe. Di demeke kin de dibe heskiriyê ber dilê hevalên xwe. Di temenekî kin de jiyaneke weke destaneke herikbar li pey xwe hêla ku bi vegotinê dawî nabe, ji nava refên hevalên xwe koç kir û bi bêdawiya fezayê re bû yek…






