Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Amedekarî

30/06/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Xizanî
Share on FacebookShare on Twitter

Ev demeke encam û biryarên konferansa rizgarkirina Efrînê di rojevê de ye. Gelek derdor, çapemenî behsa vê mijarê dikin. Ka bê çi tê gotin, çi tê amedekirin û wê çawa zemîna xebetekî ango hemleyekî rizgarkirina xaka Efrînê ji çete û dagirkeran bê destpêkirin.
Li gorî daneyên geopolîtîk yên li Sûriyê û herêmê xuya dibe wê bi hêsanî ev xebat neçe serî, taybet piştî ku dîsa Erdoganê faşîst bû serokkomar, pazara ku wî bi Rûsiyayê kir û di encamê de Efrîn dagirkir hîn jî berdewam e û her kes ji wan berjewndiyên xwe diparêzin.
Eger e bizivirin flaşbacka êrîşên li Efrînê bûne ev tişt derdikevin holê. Êrîşa bûyî ne tenê destê Tirkiyê tê de hebû. Bi gîştî komployek gerdûnî bû. Cîhana bêdeng di tu dîrokan de ewqas hovîtî û heqareta li gelekî tê kirin temaşe nekiriye. Lewra tifaqa qirkirinê, bêdengî, destwerdan, ji her milî de ji nedîtî ve hêşt sucên Tirkiyê li Efrîn zêde bibin û asta komkujiyên xwe bilind bike. her wiha bikaranîna teknlojiya herî serkeftî di duniyayê de. Ji xwe her dewletekî cîhanê ji aliyê xwe ve destek resterast bi kerbûna xwe dan çete û faşîstan. Bi gotinek din, dewleta TC, hêzên hegemon, di serî de Rûsiya, yekîtiya Ewropa û Amerîka hemû şirîkên wêrankirina Efrînê ne. Hemû di nava hevsengiyekê de û bi yek konseptê çavên xwe li Efrînê girtin. Hemû faktor û dengeyên siyasî, leşkerî, lojistî, diplomasî ketin berjewendiya dîktatorê demê Erdogan û êrîşên xwe mubah û rewakirin. Yanî hemû derfetên ku cîhanê ji Tirkiyê re avakirin di amedekariyên xwe de cih dayê û hemle destpêkir.
Niha, di van rojên nazik yên herêm têre berbas dibe. taybet li aliyê Efrîn Û Şehbayê ji bo rizgarkirina Efrînê konferans, civîn, plansazî ji bo xortkirina zemîna amedekariyên hemleyekî tên kirin. Li gorî şîroveyên di destpêkê me behsê kirine, mirov dibîne ku wê hemleyek bi vî rengî ne hêsan be. her çiqasî, hêzên li Rojava û Bakurê Sûriyê li dijî DAIŞ, ji Kobanê de bigire ta niha Dêra Zorê şerkirin; lê wê vê carê li Efrînê ne bi vê hêsaniyê be. divê bê zanîn ku dengeyên siyasî û bazarên li ser Efrînê hatine kirin, heyanî têk neçin û berjwendiyên hemû hêzên komploger li hev û din nekevin wê rewş zû bi zû neyê guhertin. Di serî de, ji bo balkişandina raya gîştî diplomasiyek bi îqnaa bê meşandin, ango çi belgeyên ku binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê kirine ji cîhanê re bê aşkerikirin û komkujî wek sucên şer bên naskirin. Ya din, li gorî yasayên navnetewî divê dewleta tirk wek dewşetek dagirke bê naskirin, Efrîn wek bajerk Sûriye û divê derhal dagirkerî jê derkeve, her wiha hemû deverên mîna Cerblus, Ezaz û Babê jî. Ji aliyek din ve divê mijara Efrînê wekî erkekekî netewî ji bo hemû kurdan bibe şansek ku hemû hêzên kurdî xwe li dorê bigirin û ji bo kongreyekî netewî di zûtirîn dem de bê lidarxistin. Her wiha ya girîngtir û ev tişt jî tê xuykirin, bîr û baweriya gelê Efrînê ji bo vegera ser axa xwe hêza herî xorte, mayîna wan li Şehbayê û berxwedaniya wan wê veger û rizgarkirinê misoger bike.

Sîpan CAN

Post Views: 101
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.