Zekî Bedran
Li Sûriyê nediyariya siyasî dewam dike. Piştî hilbijartinê ku Beşar Esed nêzîkî ji sedî sed deng girtin û bû serok jî di rewşê de ti guherîn çênebûn. Bi ragihandina serkeftina Esed di civakê de ti rehetî çênebû û hêvî neafirand. Lewra ya Sûriye xistî vê rewşê rejima Be´esê bû. Di vê hilbijartinê de ti sozên reforman û guhertinê tinebûn. Sîstema yekpartî têkoşînê dike ku li seranserê Sûriyê serdest be.
Tirkiye jî dixebite ku Sûriyê pirtir tevlîhev bike û herêmên dagîr kirîn, bi ser welatê xwe ve bike. Li hemberî rêveberiya Esed Artêşa Neteweyî ya Sûriyê bi rêxistin dike. Bi rêxistinên weke DAIŞê û El Qaîde re di nava itîfaqê de ye û wan diparêze. Li aliyê din bi bermayiyên van re hêzeke çekdar ya ji dehhezaran ava kiriye. Ixwanî li dora xwe kom kirine û bi wan rejimên Ereban tevan tehdîd dike. Li milê din jî koçberên ji Sûriyê bi erzanî dixebitîne û dixwaze bi wî awayî aboriya xwe li ser piyan bigire. Bi rêbazên bêexlaq van koçberan li hemberî welatên Ewropa bi kar tîne. Herwisa ji wan yên bipere kirîn, leşker li welatên weke Libya û Ermenistanê dide şerkirin. Ya herî balkêş bûye welatek wisa ku terorê derbasî welatên endamên NATO û dinyayê dike.
Erdogan û Bahçelî Sûriye û Iraq jî, di navê de destkeftiyên Kurdan tev ji xwe re kirine armanc. Li deverên dagîr kirîn weke Efrîn û Serê Kaniyê qirkirina neteweyî dike. Jîngehên Kurdan diroxîne, dest datîne ser mal û milkê wan. Di kirina sûcên şer de ti pakiyan nake.
Tirkiye dixebite Kurdan biperçiqîne û dawiyê li hebûna wan bîne. Kurdan û rêxistinên wan wek terorîst radigihîne, dixwaze wan ji dinyayê îzole bike. Dibêje bila li vê dinyayê ti kes silavê nede Kurdan. Di rejima Beesê de jî, di nêrîna li Kurdan de ti ferq nîne. Rejimên li dijî hev dema dor tê ser Kurdan bi hev re di nava ahengê de ne. Beesî Kurdan bi xulamtiya Amerîka û xayîn sûcdar dikin. Ew jî dibêjin bila ti kes silavê nede Kurdan.
Kurd bi israr dibêjin em di nava yekîtiya erdê Sûriyê de pirsgirêkên xwe çareser bikin, li welatekî demokratîk em hemû azadtir bijîn. Lê rejima Beesê guhê xwe ji van bangan re girtiye. Di ser de welatiyên Kurd yên ji Efrînê hatîn Şehba ambargoyeke taybet daniye ser wan. Çawa ku dewleta tirkî dixwaze rêveberiyên xweser tine bike, rêveberiya Şamê jî gel li hemberî van rêveberiyan geş û gur dike û dixebite tine bike. Hêzên li Sûriyê yên weke Amerîka û Rûsya jî ne xwediyên projeya Sûriyeke demokratîk in û hewldaneke wan ya wisa jî nîne. Hesabê xweli gorî berjewendiyên xwe û parastina herêmên, di bin bandora wan de dikin. Ji ber wê gelê Sûriyê pêşiya xwe nabîne. Çawa me gotî nediyariya siyasî dewam dike û ev jî bandorê li gel dike.
Îsal bû saleke hişk û ziwa. Bi taybetî li bakur-rojhilatê Sûriyê çandina ce û genim xebateke girîng ya aboriyê ye. Ji ber wê hişkbûnê bandor li aboriya herêmê kir. Bêkariya zêde dibe, pirsgirêkên ji ber ambargoyê derdikevin, bilindbûna dolar û nediyariya siyasî di nava hinek derdoran de, meyla deketina derve zêde dike. Di gel van pirsgirêkan dewleta tirkî bi propagandaya reş û şerê psîkolojîk makîneya şer, li hemberî rêveberiya xweser her tim geş û gurr dike. ENKS, rêveberiya Şamê û xebata istixbaratan serê mirovan tevlîhev dikin û wan ji bo koçberiyê teşwîq dikin. Dewleta tirkî dixebite ku Rojava vala bike. Û ji bo wê serî li her rêbazê dide. Rêveberiya Şamê jî li şûna ku rêveberiyên xweser ji bo Sûriyê şans û model bibîne, di nava hewldana rakirina wan de ye. Ji bo wê divê hêzên bakur-rojhilatê Sûriyê vê rewşê li ber çavan bigirin û heta dawiyê şiyar bin. Divê geşedan û rastiya heyî, bi gel re parve bikin, gel perwerde bikin û li hemberî davikan tedbîrên xwe bigirin. Bi taybetî divê jin û ciwan ji bo parastina destkeftiyan di nava seferberiyê de bin.
Divê rêveberiyên xweser ji bo ku ji Rojhilata Navî re bibe hêvî û modeleke demokratîk, hebûna xwe biparêze û xwe xurttir bi rêxistin bike. Lewra wê sistayî encamên ku telafiya wan ne pêkan e biafirîne. Em ji bîr nekin gelek hêz dixebitin bakur-rojhilatê Sûriyê ku girava demokrasiyê re bifetisînin.






