Binefş Sarya
Birînên ku di dilê mirovan de vedibin, ne dirêjiya salan, ne hêjmara zêde ya li dora mirovan û ne jî vegotina wan rojan têra dermankirinê dike. Dema tu çûyî ez wisa dihiziriyam ku ezê yek rojê tenê jî nikaribim bê te bijîm. Ji bo ku ez berî gavekê xatirê xwe ji jiyanê bixwazim çi ji destê min dihat min dikir. Lê piştî demekê min fam kir ku jiyana bê te bixwe mirina li ser lingan e. Ya rast, dibe ku mirov bi awayekî bedenî nemire û neçe lê dema heskiriyên mirovan dimirin, mirov jî bi wan re dimire. Lê xaleke din ya herî girîng heye; di jiyana me şoreşgeran de, piştî çûna heskiriyên xwe em namirin û hêviyên me yên serkeftinê jî bi dawî nabin. Ji bo tola heskiriyan û pêkanîna xeyalên wan em bi tevayiya hêza xwe careke din hêviya jiyanê di dil, mêjî û ruhê xwe de kom dikin. Ji bo te bi awayekî rast di dil û mêjiyê xwe de bijînim her bêhna distînim tu tê de dijî, ango heskiriya jiyanê.
Ev 7 sal in her roj bi xeyalên te dijîm û dijînim. Piştî çûna te ne min karî te bi awayekî nazenîn bînim ziman û ne jî li gorî dilê xwe çend peyvan li ser te binivîsim. Îro jî dema min biryara nivsa ji bo te da, bi seatan hizirîm. Lê dîsa jî min nikarî behsa wê bedewiya dilê te yê tijî heskirin bikim.
Min îro dixwest em li newalên çiyayê Xinêrê yan jî li ber kenarê ava Lolanê û warê zaroktiya me gundê PKK’ê bin. Jixwe çend bîranînên me yên zaroktiyê tenê di hişê min de mane. Yan jî ew rojên ku ez, tu û Sarya li newala Xakurkê li binê dara gozê yan jî hinaran dilîstin. Lîstokên me jî ne weke yê ti zarokan bûn. Di nava lîstokên me de çek, şer û kozikên parastinê hebûn. Wê demê jî tu fermandara me ya şer û jiyanê bûyî. Di jiyana min de cihê te her tim cuda bû weke çûyîna te. Gelek bîranînên me weke xewna tên bîra min, lê ji wan yek ku qet ji bîra min naçe û her roj weke min îro di mêjiyê min de dijî. Ew roja biêş û trajedî bû lê em gelek pê keniyabûn. Sala 1991’ê cara yekê balafirên şer yên dewleta tirkî li çiyayê Xakurkê dan. Wê rojê jiyana me hemû hatibû guhertin weke zaroktiya me. Roja duduyan ya êrîşan bû Deniz bi bavê min re çûbû avdana bostanê li jêr malê yê ji bo hêzên gerîla. Piştî çûna wan bi seatekê dengê balefiran hat. Dayîka min ez, Sarya, Bêrîtan û birayê min yê piçûk Delîl’-ku hê 5 salî bû bû qurbana van şeran- rakirin em birin nava kevirên jorê kampa gerîlayan. Deniz û bavê min jî li nava bostan mabûn. Di dema lêxistina balafiran de Deniz bi serê xwe li nêzî çadira me ya malê bûye. Wisa dihizire ku biçe cihê destavê wê balefir wê nebînin û lê nedin. Bilez xwe diavêje cihê destavê. Jixwe cihê destavê jî ji pelên daran û stûnan hatibû çêkirin. Bavê min heta piştî nîvro dereng li Deniz digere. Her çendî gazî jî dike Deniz dengê xwe dernaxe, wer dihizire ku bersiva wî bide wê balafir dengê wê bibihîzin. Ji ber wê bavê min heta dereng lê digere. Di dawiyê de dema bavê min di ber deriye cihê destavê re derbas dibe dibîne Denîz li wir rûniştiye. Jê re dibêje tu li vir çi dikî û te çima bersiva min nedida, ew jî dibêje min ji ber balafiran min li vir xwe veşart û ji bo dengê min neçe balafiran min bersiva te nedida. Piştî ku hatin gihîştin me û ev bîranîn ji me re gotin. Piştî şer bi mehan mî me henekên xwe bi Denizê dikirin û em dikeniyan. Lê îro dema ez wan rojan vedibêjim jana çûna te dilê min weke xencerekê diqelişîne û ez li benda bêhneke jiyana bi te re dimînim cana min. Ji ber wê ye dibjim evîndarî mebesta mirovan ya herî mezin e. Eger mirov ne evîndar be nikare bijî û bijîne.






