Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ji şîrî heta pîrî’ PDK’

08/08/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Divê gelê Kurd bikeve tevgerê
Share on FacebookShare on Twitter

“Jİ NÊZ VE”

Ednan Mustafa

Her civak û netewe wateyekê dide dîroka xwe û tiştê di dîrokê de jiyan kirî ji bo xwe weke ezmûn girtiye dest. Ev ezmûn ger di warê erênî de be ji bo civakê dibe bingehekî bihêz û li ser dîwarê civakî, siyasî, aborî û leşkerî xwe dide avakirin. Di heman demê de ger ev ezmûn di warê neyînî de be û ev dîroka ku jiyaye tejî tirajedî, karesat, komkujî û enfal be, dîsa dibe binaxeke xort û tejî ders ku careke din netewe û civak xwe li ser inşa bikin û rê nedin dubarekirina van komkujî û tirajediyên hatine jiyankirin.

Bêgman ji bo civaka Kurd li Kurdistanê jî naskirina dîrok û ji dîrokê tecrûbe derxistin girîng e. Ji wê girîngtir, em karesta, kuştin û komkujî û enfalan careke din nejîn. Lê mixabin çawa li Kurdistanê dîrok dagirtiye bi bûyerên ku em tînin ziman, di bingehê van kambaxî û tirajediyan de xiyanet heye, di vê derbarê de dîroka Kurdistanê xwedî ezmûn e. Dema mirov li dîroka nêz ya Kurdan temaşe dike hin mînakên Şênber yên tevgerên siyasî derdikevin pêşberî me. Ger em van mînakan rêz bikin ne pînûs û ne jî lênûs têrê dikin, lê ev nayê wê weteyê ku hin bûyerên dilêş ku me derbas kirine em behsa wan nekin û aliyên bûne sedem û rê li ber karestan û ferman vekirine neyîn ziman û şermezar û riswa nekin.

Ger em hê bi zelalî bi lêv bikin, dîroka ku PDK tê de hatiye avakirin 16 Tebaxê 1946an, ji bo gelê kurdperwer rojeke reş bû. Herwiha xiyaneta PDK’ê û êrişkirina ser YNK’ê di meha Tebaxê de û dagîrkirina bajarê Hewlêrê bi piştgiriya tangên Sedam Husên, di 31 Tebaxê de bûyereke ne dûr e û dost û dijminê gelê Kurd şahidê vê bûyerên e. Heta vê gavê di nava gelê başûrê Kurdistanê de bi navê “Roja 31 Abê Roja Xiyaneta Berzanî” tê naskirin. Tebax didome û xiyaneta PDK’ê berdewam dike.

3yê Tebaxa îsal ango berî çend rojan, Kurdan bi giştî û bi taybetî gelê me yê Êzîdî salvegera heftan ya femana 2014an bîr anî. 3yê Tebaxa sala 2014an, terora DAIŞê bi navê Umeta Islamê girt ser herêma Şingalê û bi sedhezaran gelê sivîl ji cih û warê wan derkirin. Herwiha bi hezaran jin û keçên ciwan yên gelê me revandin û ji xwe re kirin ‘Sebiye’. Hin ji wan heyanî vê gavê çarenûsa wan ne diyar e. Li rex vê yekê bi sedan û bi hezaran şehîd û birîndarên gelê me hê nehatine dermankirin.

Rast e DAIŞê êrîş kir û fermaneke bi navê 73yan bi ser gelê Kurd de anî, lê ji wê xirabtir, rewşa herêma Şingalê ku dema PDK’ê gelê hejar wisa di nava lepên hovan de hêşt.

Reva PDK’ê ji ber DAIŞê û gelê welatparêz yê şingalê wisa hiştin, ji civaka Kurd û raya giştî tevan re eşkere bû ka çiqas DAIŞ tewanbar e ku fermaneke wiha pêk aniye. PDK jî hevkara vê komkujiyê ye. Ji ber PDK’ê li hemberî gelê Êzîdî erka xwe ya exlaqî û polîtîk pêk neanî. Di vê weteyê de DAIŞ çendî tewanbar e, PDK jî wisa ye.

PDK ji bo xwe ji dîroka qirêj û xiyanetê xilas bike bi slogan û dûrişmên ‘Neteweyî’ her gav xwe weke xwediyê Kurdistanê nîşan dide. Lê ev yek ji aliyê civaka Kurdistanê ve hatiye kişfkirin.

Ev dîroka PDK’ê heyanî roja me didomê. Herî dawiyê di 26 Tirmehê de li gundê xelîfanê êrişî yekîneyeke Hêzên Parastina Gel-HPG kir û di encamê de li gorî daxuyaniya HPGê 3 winda ne. Di erefeya meha Tebaxê de êrişeke wiha dide nîşandan ku wê PDK di vê mehê de, ango Tebaxê de êrîşên xwe li ser herêmên Parastina Medya zêde bike. Ji bo vê ne şaş bû ku dema pêşiyên me digotin: “Elimandin ji îîrî heyanî pîrî ye”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.