Faruk Sakik
Di van demên dawî de li Tirkiyê, li gelek deveran daristan dişewitin. Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê, têkildarî şewatên li daristanên Tirkiyê daxuyaniyek da: “Daristan çiqas hêmanên herî bingehî yên ekolojiyê bin, ew çendî jî ji bo zindiyan hemûyan jîngeh û stargeh in. Ji ber vê yekê şewata li daristanan ji bo tevayiya mirovayiyê û zindiyan karesatek e. Dîsa hin dijminên Kurdan û derdorên dixwazin dijminayiyê li nava gelan biafirînin, daxuyaniyên provokatîf dan û gotin ‘Kurdan û PKK agir bi daristanan dixin.’ Ev bi temamî derew e û parçeyek ji polîtîkayên şerê taybet e.”
Li Tirkiyê hin navend bi gotina “Kurdan û PKK’ê agir bi daristanan xistine” berê êrişên komên bi şovenîzmê hatine jahrîkirin dan Kurdan. Li hin deveran ev kom ji bo lêxistin û kuştinê derketin nêçîra Kurdan û Kurd kuştin.
Lê dewleta Tirkan ya dagîrker ji salên berê de şewitandina xweza û daristanan, ji xwe re kiriye parçeyek ji şerê taybet. Di salên 90’î de dema li bakurê Kurdistanê gund dihatin şewitandin, di heman demê de daristan jî dihatin şewitandin. Di wan salan de jî gerîla tahrîk dikirin da ku ew jî li bajarên Tirkiyê dest bi şewitandina daristanan bike, û bi vê yekê îmajê gerîla reş bike.
Gerîla destûr neda van niyeta wan ya xirab û provokatîf. Gerîla yek guliyek ji daristanên Tirkiyê neşewitand. Çima? Di paradigmaya PKK’ê de parastina derrdor û xweza esas bû. Parastina ekolojiyê yek ji xalên girîng ên paradigmaya PKK’ê ye. Me gelek dîmenên gerîla yên ku agirê daristananên dewleta Tirk şewitandine ku ditemirînin dîtin. Û ev paradigmaya PKK’ê ya ekolojiyê, di qada navnetewî de ji aliyên saziyên hawirdorparêz ve bi baldarî tê şopandin.
Di van salên dawî de dewleta Tirk a dagirker, dema êrişên xwe yên qirkirina Kurdan da destpêkirin, li aliyek jî dest bi şewitandina daristanan dikir. Bi dîmenan hatin tespîtkirin ku bi balefiran tozek kimyevî direşînin ser daristanan û piştre jî dest bi şewitandina daran dikin. Herî dawî li Mûşê daristana ku ji gundê Zengokê destpêdike heta zozanê Şênê û çiyayê Andokê dorfireh dibe, di rojek de li 100 noqteyî şewat dane destpêkirin. Di heman demê de li Dersimê jî şewata daristanan destpêkir. Ti mudaxleyek nehat kirin û kesên xwestin mudaxle bikin jî hatin astengkirin. Ji bilî xwelkê heremê, hemû mirovahî temaşe dikir lê nedidît. Kor bûn…
Ev bêdengî û korbûn heta ku alavên agir ji daristanên hin bajarên Tirkiye bilind bûn dewam kir. Piştî ku agir bi daristanên herêma Ege û Behra Sipî ket, van kesan derbasî modek sexte bûn. Bi rondikên sexte digotin; Cîgera me dişewitê, xweza çima dişewite û çima mudaxele nayê kirin? Kê ev şewat derxist? Kurdan û PKK ev daristan şewitandin.
Lê wan jî baş dizanibû ku ev agir, ne agirê Kurdan bû. Êdî wan jî baş dizanûbû ku PKK û Kurd van daristanan neşewitandin e. Tecrûbeyên salên 90’î hebûn ewqas texrîk kiribûn lê gerîla tu daristanek neşewitandibû.
Ev şewata daristanan ji aliyê hêzek îlahî ve hatiye derxistin an jî serûbinbûna avhewayê bû sedem ku ev daristan dişewitin. Di herdu şertan de jî xwedê daristanên ku li Kurdistan dişewitîn, alavên ku ji xwezeya Kurdistan bilind dibûn bibîra mirovahiyê xist. Her wekî ku di navbera mirovahî û daristanên Kurdistan de ev daristanên ku li Tirkiyê dişewitîn hebûn. Çiqas daristanên wan dişewitîn ewqas jî alavên ji dadirstanên, Dersim, Zengok û Cûdî bilind dibûn xuyadikirin.






