Zehra TUNÇ
Konferansa 2. ya Jinên Rojhilata Navî û Bakurê Efrîka li paytexta Lubnan Beyrûdê bi beşdariya 100 delegeyên ji welatên weke Kurdistan, Iraq, Îran, Sûriye, Tirkiye, Misir, Tunis, Mexrib, Filistîn, Yemen, Ûrdun, Libya, Sudan û gelek welatên din, bi durişma “Bi yekîtiya jinan, emê şoreşa demokratîk pêk bînin” hat lidarxistin. Jinên ji gelek welatên cuda li hev kom bûyîn hem pirsgirêkên nava welatê xwe yên herî zêde dibin sedema şidet û kuştinên jinan, hem li hemberî wê hewldanên hatîn kirin bi hev re par kirin.
Piştî xwendina peyamên rêxistinên jinan, jinên mafê axaftinê girtîn li ser rewşa welatê xwe û no taybetî pirsgirêkên dibin sedema şidet û kuştina jinan nirxandin kirin. Meryem Zulfîkar ya ji Îranê beşdarî konferansê bûyî girêdayî rewşa jinan ya li Îranê û bi taybetî tengayiyên jinên li girtîgehên Îranê anîn ziman. Rojnamevana Sûdanî ya bi pirsgirêkên jinan re eleqedar dibe Madîha Ebdullah jî bi gotina; “Pirsgirêkên jinan yek in û ez bawer dikim ku doza bingehî doza welatîbûna jinan e” dest bi nirxandinê kir. Seroka komeleya Jinan Jîn ya Lûbnanê Buşra Elî jî Konferansa 1ê ya Jinên Rojhilata Navî ya 31’ê Gulana 2013’an li bajarê Amedê yê bakurê Kurdistanê hatî lidarxistin bîr xist û bal kişand ser têkoşîna jinan ya ji wê demê heta niha van deh salan kir û ji wê demê heta niha asta jinan xwe gihandiyê bi berfiherî nirxand. Bi vî awayî ji despêkirina bihara Ereban ji Tûnisê heta şoreşa bi pêşengiya jinên Kurd li bakur û rojhilatê Sûriyê hatî lidarxistin di van salan de tecrûbeyên hatîn bidestxistin hemû hatin destgirtin û nirxandin.
Di roja duduyan de jî ji nava delegeyan sê komên cuda hatin hilbijartin û li ser sê mijarên bingehî xebat hat meşandin. Koma yekê li ser mijara astengiyên jinên Rojhlata Navî û Bakûrê Afrîka di aliyê siyasî û yasayî de pê re rûbirû dibin de nîqaş kirin. Koma duduyan li ser mijara hevsengiya jinan di herêmî û nêvneteweyî de bidin çêkirin, koma sisiyan jî li ser mijara bingehê sereke yê pêkanîna hevpeymana jinan nîqaşên berfireh kirin. Di dawiya rojê de xebata koman hat komkirin û xalên sereke yên derketîn pêş destnîşan kirin.
Dema pirsgirêkên nava welatan yên herî zêde bandorê li jinan dikin, dibin sedema şidet û kuştina jinan hatin nirxandin, hat dîtin li pirsgirêkên heyî ji hev ne cuda ne. Li welatan tevan heman rêgirî li pêşiya jinan heye. Ji ber wê jî di nirxandinên riyên çareseriyê yên ji bo ji niha pêve xebat çawa bê meşandin hatin kirin de herî zêde pêdivî bi hevpariya têkoşînê hat dîtin. Ji ber wê jî herî zêde nîqaş li ser hevpeymana jinan hat kirin û rêbazên wê yên xwegihandina hemû jinan bingeh hat girtin. Ji bo ev bikeve meriyetê pêşiniyarên şênber yên weke hê zêdetir bikaranîna online hatin kirin. Lewra jin dikarin ji hemû welatan xebatên xwe bi riya online bigihînin hev û bi hev re di nava danûstandinan de bin. Bi vî awayî wê têkoşîna jinan ya li deverên cuda bigihe hev û encamên mezin bigire.






