Zekî Bedran
Êvara 30yê Temûzê li navçeya Konya Meramê malbateke Kurd hat tinekirin. Ji çar kesên hatîn kuştin çar jin bûn. Berî hingê bi çend rojan jî li sê bajaran nijadperestan êrişî Kurdan kiribû û kesek hatibû kuştin. Belavbûna van êrişan ne tesadûf e. Berî niha jî li Izmîrê kujerê ketî avayiya HDPê Deniz kuştibû. Agahî girtibûn ku wê wê rojê mirov li wir pir bin. Ji ber wê bi zanebûn çûbûn û plana êrişeke berfireh kiribûn. Dema em li van rêzebûyeran binêrin eşkere ye ku yên bûyîn hedef tev Kurd in. Malbata li Meramê hatî tinekirin meha Gulanê jî êrişî wê hatibû kirin. Êrişkar hatibûn parastin û ji aliyê ‘edaleta tirkî ya pîroz’ ve hatibûn berdan. Kurdên bûyîn hedef tev mirovên bêsûc in. Sedema sereke ku bûne hedef Kurdbûna wan e. Rêveberên dewleta tirkî Bahçelî û Erdogan her tim dijminiya Kurdan dikin û dikin hedef. Bi ragihandina destê xwe de jî hem dibin dozger, hem dadger û hem kujer. Kurdan dikin dijmin û wan di nava terorê de nîşan didin.
Weke di bûyera li Meramê de eger malbateke Tirk tine bibûya wê Bahçelî, Erdogan û ragihandina tirkî ya nijadperest çi bikiran? Em bihizirin. Eger li welatekî Ewropa bûyereke wiha bihata serê malbateke tirk wê qiyamet rakirana. Ne nijadperestia ewropiyan ne dijminiya islamê dima. Lê ji ber ku plan û komkujî yên wan in heta dikarin naxin rojev, yan jî weke bûyereke sivik derbas dikin. Ev jî nîşana wê ye ku nijadperestî û komkujî bi destê dewletê tên birêxistinkirin.
Naziyan Cihû çawa tine kirin? Ittîhatiyan û yên pişt wan re Ermen, Asur, Suryan, Rûm, û Cihû çawa tine kirin? Sabri Yirmibeşoğlu bi pesindarî diyar kir ku êrişên ser Rûman yên 6-7ê Îlonê li Stenbolê ji aliyê Daîreya Şerê Taybet ve bi serkeftî hatine kirin. Eger em bala xwe bidinê di van qirkirin û komkujiyan tevan de dewletê ragihandinê jî bi kar tîne û rayagiştî amade dike. Ragihandin qurbanan xerab nîşan dide û hişmendiya ku mirin û talan heq kirine di nava civakê de bi cî dikin.
Bi salan e dibêjn Kurd cudakar û terorîst in. Gotinên bibandor yên nefretê bi kar tînin. Li seranserê dinyaê nijadperestî sûcê li hemberî mirovayiyê hatiye qebûlkirin û kiryarên wê tên cezakirin. Lê li Tirkiyê nijadperestî bi destê dewletê tê kirin û ceza jî nîne. Mînak dadgehên Tirkan biryar dan ku gotinên kesekî weke Sedat Peker ‘Emê di xwîna rewşenbîr û dijberên desthilatdariyê de xwe bişûn’ dikevin çarçoveya azadiya fikir. Rewşenbîrên welatî, akademîsyen û xebatkarên çapemeniyê ku di zindanan de ne, Tirkiye ji bo yên weke Peker weke buhiştê ye.
Li Tirkiyê axaftina kîn û nefretê pir belav e û di asta xeterê de ye. Dijminên sereke Kurd in. Ev tê zanîn. Lê di serî de Ereb koçber di hedefa van êrişan de ne.
Bilindiği gibi savaşlar da kurallara bağlanmış. Bunun için 2. Dünya savaşından sonra Cenevre sözleşmesi hazırlanmış. Bu sözleşmeye göre sivillere saldırlar, kimyasal silahlar, talan ve tecavüzler, işkence vb eylemler yasaklanmış. Türkiye devleti de bu sözleşmeyi imzalayan devletler arasında. Ancak buna uymuyor. Kürdistan’da binlerce köy yaktılar. Faili meçhul adı altında binlerce cinayet işlediler. Tecavüz, işkence ve hukuksuzluklar dizginlerinden boşanmış durumda. Kürtlerin dili, kültürü ve adı yasaklı. Meram’da katledilen ailenin Kürt olduğunu bile yetkililer ağzına almıyor, basını aynı durumda.
Di dîrokeke nêzîk de 1ê Gulanan 1977an komkujiya Taksimê, komkujiya Çorumû Mereşê, komkujiya Sêwasê, komkujiya Roboskê çêbûn. Ku em bala xwe bidinê qurbanên komkujiyan kedkar, Kurd û Elewî ne. Yên dewlet wan ji bo qubanê dike hedef, kesên wisa ne ku tam bi Tikên serdest re entegre nebûne.
Eger dewletê organîze nekiribûya bi milyonan Cihû li Ewropa li gund û bajaran nedihatin komkirin nedibirin kampên mirinê. Ermen jî wisa. Eger ne wisa bûya heta beriya Dêrazorê hestiyên milyonek Ermen belav nebûna. Wê li Dêrsimê bi dehhezaran Kurd nehatibûna tinekirin. Ev mirov bi awayekî girseyî hatin komkitin û tinekirin. Bê ku bêjin ev jine, zarok e xwestin koka gelan biqelînin. Bi çi awayî bê nirxandin li holê sûcê li dijî mirovayiyê, ango qirkirin heye. Erdogan dibêje ecdadên min tiştên wiha nakin. Kî ji vê gotinê bawer dike? Ew bixwe bi pesindarî dibêje me bi dehhezaran Kurd li Efrîn, Sûr, Nêsêbînê û deverên din kuştin. Niha karê herî baş yê dike kuştin, roxandin û şewitandin e. Vî karî weke ecdadên xwe bi awayekî hovane dike. Ji bo wê divê gelê Kurd, hêzên demokrasiyê û gelên herêmê li hemberî van zordest û qirkeran deng û hêza xwe bikin yek.






