Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di dîrokê de 3’yê Tebaxê û 15’ê Tebaxê

04/08/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
4’ê Nîsanê, Roj Hilat!
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Di vê heyvê de jî du bûyer, du rûpel ketine nava dîrokê. Rûpelê 3’yê Tebaxê rûpelekî reş e; tijî zulum, zor, zehmetî, xwîn, xwêdan, keser, keder û tijî xiyanet e.

Rûpelê 15’ê Tebaxê rûpelekî spî; tijî berxwedan, serîhildan, tolhildan, curet, cesaret, keramet, hêvî, xweşdivî, wekhevî, bawerî û tijî daxwaziya jiyana mirovayî û xweserî û azadî ye.

Ji bo fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ya li ser gelê me yê Êzîdî, hinek dibêjin fermana 73’yan, hinek jî dibêjin fermana 74’an. Ewqas zêdê ferman hatine serê gelê Kurdistanê, êdî jimar tên jibîrkirin. Bêguman êrişên ser gelê me yê Êzîdî, hem pirtir in hem jî taybetir in.

Lewra xwediyê ola resen yê herî dîrokî yê gelê Kurdistanê ye û xaka lê dijîn jî herwiha herî dîrokî û pîroztir e. Êdî ev taybetmendî, hema ji hêla her alî ve tê pejirandin. Herwiha ev jî tê zanîn ku armanca dewletên dagîrker û nexasim ya dewleta tirkan, jenosîda Kurdan e û ji ber ku reha wê/koka wê jî ev ol û ev xak e, êrişa sereke û girantir jî li ser vir e.

Niha, bi fermaneke nû ya Bexda-Hewler-Ankara ya 9’ê Cotmeha 2020’an imze kirin, vê armanca xwe dewam didomînin! Berî vê fermanê jî êrîşên wan ne rawestiyabûn, bi taybetî bi şehîdkirina Mam Zekî Şingalî re, zemînê vê fermana fermî amade kirin.

Em hema derbasî bûyera duduyan; Pêngava 15’ê Tebaxê bibin û têkiliyên her du bûyeran şîrove bikin. Ev pêngav, 15’ê Tebaxa 1984’an hat avêtin. Biryara vê Pengavê, li ser berxwedana lehengî ya Zîndana Amedê hat dayîn. Helbet divê neyê jibîrkirin, yê ev ruhê berxwedêr yê zîndanê anî derve û hevalê xwe li ser wê perwerde kirin, ew tirsa faşîzma dewleta tirka ya Derbeya 12’ê Îlonê ji mejî û bedena wan derxist, li şûna wê curet çand û bi vê îradeya xurtkirî vegerand Kurdistanê û karî vê êengava dîrokî bide despêkirin; Rêber APO bû.

Herwiha ev ruh û ronahiya mejiyê hemdem, bi vê pengavê re, derbasî gelê Kurdistanê û gelê herêmê jî bû. Ev ruhê tirsşkandî, di nava Tevgêrê de û bi giştî di nava gel de ewqas bi xurtî cih girt, êdî ew zihniyeta kevnar ya koletî û xulamtiyê nema bikare xwe li ber wê ragire. Lewra vê Tevgêrê, hêza xwe ji bîrûbaweriya Rêber û Şehîdên xwe distand, pişta xwe nedispart hêzen biyanî, pişta xwe dispart îradeya xwe û gelê xwe yê bi hesreta azadiyê.

Êdî dor dora tolhildanê bû. Weke Pengava Tolstandinê, gav bi gav ket pey tolhildana wan qirkirin û xiyanetên dîrokî yên Agirî, Zîlan, Amed, Dêrsim, Çarçira, Aşbetal, Sînema Amûdê û hwd.

Ka em têkiliyên vê êengavê û frmana 3’yê Tebaxê bibînin.. Ev ruh û zihniyeta tolhildêr, ma dikaribû li hember vê fermana qirkirina gelê me yê Êzîdî, temaşevan û bêdeng bimîne? Nexêr, hem ji Rojava û hem ji Qendilê bi lezgînî, weke siwarên Dewrêşê Evdû çûn hawara gelê xwe yê Êzîdî. Eger bi sedhezaran insanên me ji vê fermanê hatibin rizgarkirin û pêşî li jenosîda tevayî hatibe girtin, encama çûna hawara wan lehengên vê Tevgera cangorî û tolhildêr; YPG, YPJ û HPG’ê bû.

Dermanê tevayiya ferman û jenosîdan, bîrûbawerî û ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê ye. Li ser vî bingehî gelek deskeftiyên birûmet yên gelê Kurdistanê hene. Herwiha gelek plan, niyet û êrişên xerab û bixeter jî hene. Bi tenê, dermanê rizgariya ji van xeteran; giyan û viyan û berxwedana Pengava 15’ê Tebaxê ye!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.