Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Evîn bi kurdî xweş e!

03/08/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Rola Medya/Çapemeniyê Li Ser Axaftina Bi Kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan Şînda

Erê delala dilê min, dema tu wî fîstanê xwe yê çemçem li ber xwe dikî, wan çavên xwe yên reş û belek kil dikî, wan biskên hinekirî li ser wê eniya xwe de berdidî û li ber deriyê me re diborî, tu dizanî tu goştê laşê min misqal bi misqal dihelînî. Erê delala dilê min, dema bayê biharê li dilê mirovî dide, belekiyên berfê li serê zozanên bilind li ber tîrêjên rojê dihelin û sosin û beybûn didin der û bilbil dest bi helbesta xwe ya ji bo gulê nivîsî dike, wê demê jiyan jî dest pê dike. Erê delala dilê min, dema diya min zarokan dixe mehdikê û lorîkan ji wan re dilorîne û dibêje “Elle delalê/a dilê min, elle” wê demê giyan geş dibin. Û herwiha dema dayîk zaroka xwe ji landikê derdixe û himbêz dike û dibêje “weyla ez gorî delalê/a dilê xwe bim” wê demê gul vedibin. Dema himbêza diya min tê bîra min û ew payîzok û serêliyên wê yên dilbikul li ber guhê min deng vedidin, giyanê min mest dibe û xem û xiyalên min dûr dikevin.

Belê, evîn bi kurdî xweş e hey kezeba min, hey roniya çavê min, hey ruhê min, hey xemrevîna min. Rast e, her ziman cudayiyên wî hene û li axivînerên zikmakî xweş tê. Lêbelê rastiya kurdî û wate û bandora peyv û biwêjên wê yên evînî cuda ne. Dema yek ji zarokên xwe hes dike û wê bi kurdî bi lêv dike, rengê mirovî vedibe, dilê mirovî ter dibe. Hêza peyvê û bandora wê ya li ser giyan û mejiyê mirovî weke bayê evînê pêlbipêl li ser dilê mirovî bide ye. Ew pêlên wî dengî ewqas nerm in û li ber guhê mirovî xweş tên, mirov nikare xwe radestî wan pêlan neke. Hêza wan peyvan weke sêhra evînê ye, di nava dilê mirovî de konê xwe vedide û nema bar dike. Eyn mîna çawa dema bayê evînê li dilê mirovî dide û mirovî sermest û zetim dike…

Belê jiyan bi kurdî xweş e, civat bi kurdî xweş e. Tu wê tama civatên bi Kurdî di zimanên dagîrkeran de nabînî bavê min. Dema civat taq û taq digerin û civat germ dibin, peyvên sêhrbend li binê guhê hev dikevin, wê demê ti tişt nikare tama wê civatê bide. Mirov guhveçîngî dike û li wan peyvên weke bangerê berfê giran guhdarî dike. Dema peyv weke guleyên tifingan li pey hev ji devê pîremêran derdikevin û dibêjin “bayê lê da û bablîsokê hilanî”…

Ma dema evîndar li evîna xwe dike gazî û peyvên evînî li pey hev jê re rêz dike… Dema dibêje “ne te dil û hinavê min peritandin”, “ne ez ji derdê evîna te bûm gurek har û dîn û li çolan ketim”, yan jî “te ez helandim kirime komek hestî”…. Ax evîna min, hey sebra dilê min, hey roniya çavê min, ax kul û kesera li ser dilê min, mal û milkê min, ax şîrîna li ber dilê min… Belê, zimanê kurdî ji nava dilê evînê tê, nerm e, helîm e, nazik e.

Bi Xwedê kim nifir û dijûn jî bi kurdî xweş in. Dema dibêjin, “hey penceşera nêr û mê tu girtî”, “kuro hey belqitiyo”, “rebî ne li vê dinê ne li wê dinê tu bi miradê xwe nekevî”, “rebî tu li ser gû de bimirî”…

Belê delalê dilê min, dema tu wê guliya xwe dişkinî û li ser eniya xwe ya kever de berdidî û li ber deriyê mala bavê min keçikê re diborî, gelo tu dizanî tu cerg û dilê min dihelînî û xewên şevan li min diherimînî!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.