Idrîs Henan
Maka hemû gendeliyan xiyaneta bi nirxan re ye. Ji lewra pêwîst e xeta tasfiyekar bê zeftkirin ku gendelî ji kokê ve ziwa bibe. Heta ku êrişên ser nirxan hebin, gendelî û fesadî bi reh û damar dibin. Ancax bi zanebûneke dîrokî em bikarin rê li ber van cureyên fesadiyê yên xwe spartine xeta xiyanetê, bigirin. Derveyî vê rêbazê, şerê li hemberî aşê bayê gendeliyan û di selika fesadan de hêkkirin e.
Xiyanet yek ji wan rewşên beloq û roxîner ji têkîliya mirovî re ye. Ji têkîliyeke dukesî heta pirkesî jî çêdibe. Ji destpêka dîrokê ve weke xeteke parelel li dijî wefedariyê meşiyaye. Yek ji sedemên sereke yên şer, pevçûn û roxandina dewlet, imperetorî û jinavbirina civakan e. Kesên wî karî dikin dixwazin ferd yan kom be, di encamê de ji derveyî çermê xwe derdikevin û bi awayekî nepenî yan eşkere, ji bo hinek pere, peywir û xulamtiyan bi dijminan re dikevin nava hevkariyê. Lê çawa dîrokê derketina wan vegotiye, herwiha taliya wan jî baş gotiye; dîrok dibêje: Çiqas xeta xiyanetê temendirêj be, dawiya wê ya tekûz jî trajîk e.
Kesên han ku derveyî rêûresmên civaka exlaqû û polîtîk derketine û di eniyên dijmin de cih girtine, di serî de xwe didin iqnakirin û bi dunyaya xwe ya nû re hevjiyaneke li ser esasê berjewendîparêz didin avakirin. Her di wê baweriyê de ne ka çiqas nirxên civakê yên resen binpê bikin, ewqas wêrek û zîrek in.
Di bingehê xiyaneta navxweyî de otoasîmîlasyon heye. Ango li dijî çanda xwe şerkirin û xwedayîna ber kêra kujerên qirker yên çanda bav û kalan e. Dîrokê navên bi dehan şah, mîr, zanyar, olnas, wezîr, general, rewşenbîr, ramyar, serok û şêwirmendên kurtêlxwer tomar kiriye. Hemû kes û aliyên ku ew kar laiqî xwe dîtine xwedî heman xisletê ne; nezan, kor û tirsonek in. Di hembêza desthilatdariyê de derûniya xwe ava kirine û teslîmî wê bûne. Zelalbûn û cewherê xwe yê gerdûnbûyînê ji dest dane. Cehaleteke xeternak ya azadiyê red dike dijîn. Heqîqetan berûvajî dikin û hewl didin derdorê bi xwe bidin bawerkirin. Di koka wan de xisletên dewletdarî barkirî ne. Biyaniyên dîroka heqîqet û welêt in. Bi gotineke hê zelaltir û rasterast; kesin di cewherê xwe de bêesil in. Ji lewra zanista dîrokî xwedî wê girîngiyê ye ku sererastkirina heqîqetên hatine berûvajîkirin e.
Rêberê gelên Kurdistanê Ocalan dibêje: “Dîrok pêşeroj û paşerojê di vê kêliyê de anîna li gel hev e”. Dema em li gorî vê rêgeza felsefîk bimeşin û rewşa îro binirxînin, emê bibînin ku xiyanetkarên îro ne dûrî Bekoyê Ewan, Bedlîsî û Brotûsê ku destûr da rijandina xwîna Julius Sezar in. Gelo kesên ku îro li çiyayên Kurdistanê şehîd dikevin, ma ne bi destê ewantiya Beko û Brotûsên serdema nûjen in? Ma tişta îro diqewime ne gelhevbûna pêşeroj û paşeroja xeta xiyaneta Kurd e? Dijminê Kurdan herwisa kirine ku piştî têkçûna li hemberî berxwedana Kurdan, berê xwe didin barhilgêrên erzan yên belaş. Îro jî li Kurdistanê ew xet çalak bûye û li başûrê welêt serwer bûye ku xwe weke daneheveke desthilatdariyê li ser singê civakê daye rûniştandin. Daneheveke tijç gendelî ya bênirx e. Bi feraseta tasfiyekar, weke Brotûs; ji bo ‘Romaya Gewre’ bê şerm pêşengiyê ji neyarên Kurdan re dikin. Eger ev ne cewherê gendelî û fesadiya ku diajo xiyaneta mezin be, wê çaxê mirov dikare çi navî lê bike gelo?






