Bi durişma “Bi çanda hîlala zêrîn û hunera şerê gelê şoreşger emê dagîrkeriyê têk bibin” Tevgera Hîlala Zêrîn di çarçoveya hefteya çandê de li navçeya Tirbespiyê çalakiyeke hunerî li dar xist.
Di çarçoveya çalakiyên Tevgera Kevana Zêrîn yên hefteya çandê de ku li navçe û bajarên herêma Cizîrê li dar dikevin, bi beşdariya bi dehan pêkhateyên navçeya Tirbespiyê ji Kurd, Ereb û Suryan li navçeya Tirbespiyê şahiyeke hunerî li dar ket.
Şahiya hunerî li baxçeyê Qews yê li pêşiya ketina rojavayê navçeyê, li dar ket. Destpêka şahiyê beşdaran deqeyekê rêz girt, pişt re koma Stêra Zêrîn ya Qamişlo komek stiranên folklorî gotin û hunermend Evîn Bîlal ya ji Efrînê çend stiranên xwe gotin.
Koma Şehîd Delîla Agirî ya ji Amûdê stiranên foklorî pêşkêş kirin.
Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.
ANHA