Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HDP wê bi rihê seferberiyê tevbigere

30/06/2018
in ROJEV
A A
HDP wê bi rihê seferberiyê tevbigere
Share on FacebookShare on Twitter

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen işaret bi encamên ne rewa yên hilbijartinê kir û got, `tevî vê yekê jî divê mirov bê hêvî nebin.`Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen encamên hilbijartina zordar a 24’ê Hezîranê nirxand û destnîşan kir ku hem ji ber zextên hatin kirin, hem jî ji ber bikaranîna derfetên dewletê, hilbijartin ne rewa ye.Bîlgen bal kişand ser dek û dolabên di hilbijaritnê de hatin gerandin û destnîşan kir ku di hilbijartinê de qeymeqam û keyayan ji AKP û MHP’ê bêhtir ji bo wan xebitîn.Ayhan Bîlgen da xuyakirin ku li gel vê yekê jî derbasbûna HDP’ê ji benda hilbijartinê serketineke mezin e.
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen got, “Têkoşîna demokrasiyê têkoşîneke ku dema mirov dikeve, careke din radibin ser xwe û dimeşin” û destnîşan kir ku divê ti carî bê hêvî nebin. Bîlgen bi bîr xist ku dîktator dema dikevin, nema dikarin ji şûna xwe rabin û yekser hildiweşin.Bîlgen diyar kir, pêwîste ders ji vê pêvajoyê bê dexistin û ew li pêşiya xwe binerin. Li ser polîtîkayên HDP’ê yên ji niha û pê ve bimeşîne Bîlgen got, “Li ser karên xwe yên ji niha û pê ve em ê plansaziyekê amade bikin.”
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku dema ew li hevsengî û arîtmetîka li meclîsê dinêrin, dibînin ku li gel rîskên mezin, derfetan jî dide û got, “Ji bo coş û kelecana li kolanan derkete holê bê parastin, ji bo kesên ku cara yekemîn deng dane HDP’ê li ser zemîna têkoşînê bi HDP’ê re bimeşin, divê em bi xurtî bixebitin.”Bîlgen destnîşan kir ku partiyên siyasî di serdemên zehmet de mezin dibin, xwe digihînin beşên nû yên civakî û got, “Girîng e HDP bi seferberiyeke nû ya rêxistinbûnê karibe barê giran ê vê serdemê hilgire û bi rengê seferberiyê tevbigere.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.