Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Piştgiriya bi nobeda azadiyê re mezin dibe

30/06/2018
in ROJEV
A A
Piştgiriya bi nobeda azadiyê re mezin dibe
Share on FacebookShare on Twitter

Parlementerên Başûr û HDP’yiyan piştgirî dan çalakiya ji bo Ocalan.
‘Nobeda ji bo azadiya Ocalan’ a li ber avahiya Konseya Ewropayê 6 sal li pey xwe hişt û Kurdistanî û dostên xwe dibêjin, heya Ocalan azad bibe wê vê çalakiyê berdewam bikin. HDP’yî û parlementerên Başûrê Kurdistanê jî piştgirî dan çalakiya ji bo azadiya Ocalan.
Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re” ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê girtin, 6 sal li pey xwe hişt. Nobedarên vê hefteyê rêveberên saziyên Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ne. HDP’yî û parlamenterên ji Başûrê Kurdistanê jî destekê didin çalakiyê. Rêveberên saziyan, ku tevî endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji roja Yekşemê ve nobedê digirin, ji aliyekî ve agahiyan li derdorê belav dikin, li aliyê din jî semîneran li dar dixin.
Di vê çarçoveyê de bi sedan belavok hatin belavkirin û li ser nêrîn, têkoşîn û dîlgirtina Ocalan agahî hatin dayin.
Nûnerên saziyan li ser hilbijartinên 24’ê Hezîranê semînerek li dar xistin. Parlamenterê Îzmîrê yê serdema 26’am Ertûgrûl Kurkçu jî tevlî semînerê bû. Kurkçu bal kişand ser hîle, zext û bê edaletiya di hilbijartinê de hatin kirin û got, “tevî zextên giran jî HDP’ê dengên xwe ji yên 1’ê Mijdarê zêdetir kir û cihê xwe li meclîsê girt.”
Di semînerê de encamên hilbijartinê û desteka gelan a ji bo HDP’ê û bernameya wê hatin nirxandin.
Wekî din, tevlîbûnên nû û serdanên ji bo çalakgeran dewam kirin. Nûnera jinên ciwan a tevlî çalakiyê bû, da xuyakirin ku bi saya nêrînên Ocalan îro di ser Rojava re li Rojhilata Navîn şoreşek pêk tê. Çalakger diyar kir, bi hezaran mirovên dîl ketibûn destê çeteyên DAÎŞ’ê bi saya tevgera şoreşê ya bi pêşengiya nêrînên Ocalan hatin rizgarkirin û got, “civakeke ku jin lê ne azad be, nikare bi awayekî azad bijî.”
Çalakger got, “Rêber Apo jiyana azad hînî me kir” û destnîşan kir ku wê jiyaneke bêyî rêberê azad qebûl nekin. Çalakgeran jin got, “Heta ku Rêber Apo azad bibe em ê çalakiyên xwe bidomînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.