Wekî kû me di beşa bihûrî da jî anî bû ziman hebuna komînan, hebuna bi hevra bûyîna civakan û mirovan e. Ji destpêka mirovahiyê ve di civakê de jiyana komînal hebu ye. Her ku dem bihûrî ye û sîstema şaman, rahîb û qiral pêşketî ye jiyana komînal jî ber bi tunebûnê ve çû ye. Dema kû jiyan kete destê şaman û qiralan, di wê jiyanê de destihiladarî û takekesî ferd parêzî li pêş ket. Dem kû ferd parêzî û destihiladarî li pêş dikeve bê guman wê civak an jî kesên ku ji destihiladaryê aciz serê xwe ji hebûna qiralan re netewînin. Li beramberî ferdiparstinê civakan û pêşengên civakan car din tekoşîna jiyana komînal bi awayekî kû bedelê wê gelek giran be jî têkoşîna bi hevrebûyînê dane û ji boyî carek din bikaribin bi awayek hevbeş bijîn. Şerê jiyana azad dane meşandin. Ev tekoşîna jiyana komînal heta roja îro jî hîn bi awayek xurt li beranberî sîstema kapîtalîzmê didome.
Piştî ku aqilê mêr ê baviksalarî li pêş dikeve û civak ber bi yek dengî û yek rengiyê ve diçe. Di civakê de rihê têkoşîna ji bo jiyana komîn jî her kû diçe xurtir dibe û ji bo hebûna civakan şerê jiyana rast tê dayîn. Ger îro jî em dikarin behsa hebuna komîn û komînal buyînê bikin bê guman em deyn darê dîroka xwe ne. Aqilê dîrokî nahêle kû mirov ji kokên xwe ên sereke qut bibe.
Di dîrokê de care yekem ji milê Mazdek ve şerê jiyanek komînal hatiye meşandin. Ji bo jiyanek komînal were jiyîn Mazdek li beranberî destihiladariya Sasaniyan serî hildaye û têkoşîna jiyanek bi hevra bûnê daye. Mazdek kû bi eslê xwe ji herêma Rojhilatê Kurdistanê ye lê belê nayê zanîn kû kengê ji dayîk buye. (Li gorî lêkolînên diroki ku di salên 499’an de hatiye qetilkirin.) bê guman beriya wan deman jî têkoşîna ji bo jiyana komînal hatiye dayîn, lê li gorî dîrokên nivîskî dîroka berbiçav ji vî demî ve hatiye nivîsandin. Mazdek ku îlhama ramanên xwe ji çanda Zerduştî girtiye ku di çanda Zerdûştiyan da jî rêgezên jiyana komînal bûyînê zagonên bingehînin.
Di têkoşîna Mazdek, Hûrrem û Babek de jî herî zêde ji bo bi hevrebûyîna civakan, li dijî serdestiya Sasaniyan şerê komînal buyînê dane meşandin. Ji zagonên wana ên bingehîn kû çend xalên di nava rûpelên dîrokê de hîna bi awayek zelal tên xwendin wihane.
1. Ji bo bi hev re mal û milk bên parvekirin têkoşîn kirin.
2. Wekheviya di navbera jin û mêrda
3. Li di jî serdestî û destihiladarî ya li ser gelan têkoşîn kirin
Ev xalên sereke ên kû Mazdek, Hûrrem û Babek ji bo wê têkoşîn dane meşandin. Dema kû mirov li dîrokê temaşe dike mirov baştir dibîne kû ka çend bedelên giran biha ji bo jiyana komînal hatine dayîn. Têkoşîna ji bo jiyanek bi hev re bûyînê piştî Mazdekan jî bi pêşngtiya tevgera Îsmaîliyan û Hisên Sabbah hatiye domandin. Tevgera Îsmaîliyan kû navê xwe ji neviyê H.Z Elî kurê mele El Sadiq Îsmaîl girti ye. Tevgera Îsmaîliyan herî zêde bi berxwedana Hesen Sabbah, navê xwe bi Cîhanê daye bihîstin. Hesen Sabah weke Şêxê Çiyan jî tê naskirin. Wisan tê zanîn ku Hesen Sabbah di sedsala 11. de jiyan kiriye. Tevgera Îsmaîliyan ji bo jiyanek komînal li qeleya Alamut kû dikeve rêze çiyayên Elburzê ên herêma Anatolya yê. Ev Çiyane gelek asêne û gelek caran artêşan êrîş birine ser nekarîne bidest bixin . Li Qeleyê destpêkê derfetên jiyanek bi ewle û baş ji bo gelê wêderê hatiye avakirin. Têkoşîna li vir li dijî destihladariya Ebasiyan hatiye meşandin…
Binevş SARYA