Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Metran Îsa

30/06/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Çend Lîstokên  Kurdan
Share on FacebookShare on Twitter

Strana Kurdî, ji bo Kurdan ne tenê stran e. Aliyek yê dîroka Kurd û Kurdistanê di strana Kurdî de ye. Ji eşq û evînê bigire heya jiyana civakî, çand, dîrok, têkiliyên di nava civaka Kurdan de, jiyana civakê a rojane, rolên jin û mêran, têkiliyên di nava ol û netewên cida de, heta çînên (caste) di nava civakê de ji mirov dikare di nava strana Kurdî bibîne. Hege mirov guhdarvanekî baş be, dema mirov guhdarî strana Kurdî dike ev yeka henê bi awayekî eşkere derdikeve holê. Ji xwe ji ber wê ye strana Kurdî evqas xurte û bi sed salan bê nivîsandin û tomarkirin xwe daye jiyandin. Yek ji van stranên rayên wê kûr û xurt û heya îro ji tê gotin û guhdarkirin strana Metran Isa ye. Gelik stranên bi vî hawî hatine gotin hene. Mînak Kirîvê, Emê Gozê, Derwêşê Evdî, Ferhoyê Izêr Axa, Seîd Axa…
Emê qala strana Metran Isa û çîroka wê bikin. Ev stran ji aliyê gelik kesan ve hatiye gotin. Mînak Mihemed Arif Cizîrî, Isa Berwarî, Hesen Cizîrî, Miradê Kinê ji kevin de ev stran gotine û bi dengê wan hatiye tomarkirin. Piştî wan ji gelik dengbêjan ev strana bi nav û deng strane. Mesela vê stranê, li gor min ji mezinan bihîstî û ji stranê guhdarî kirî ezê ji were bêjim. Dibêjin Mêrema Fileh rojekê diçe sûka Wanê. Eliyê Qolaxa li sûkê dibîne û dil dikevin hev. Elî bi xwe hingê li Wanê Qolaxayê leskeriye. Mêrem ji keça axayê Ermeniyên Wanê Silêman Axa ye. Eliyê Qolaxa û Mêrema Fileh hij hev dikin. Nav û dengê bedewiya Mêremê li Wanê de hebûye. Waliyê Wanê ji Mêrem dîtiye û daxwaza Mêremê ji bavê wê dike. Bavê wê dibêje bila ser çavan, ezê keça xwe bidim te lêbelê dînê me ne yeke ji ber wê çênabe. Piştî wê Eliyê Qolaxa Mêrema Fileh direvîne û pêşiyê dibe mala Osman Paşa. Bes Osman Paşa dibêje ez nikarim we xwedî bikim û ji mala min herin, min barê Silêman Axa nîne. Piştî vê gotinê, Mêrem dibêje Elî, di Dêra Axtemarê de Metranekî me heye dibêjin Metran Isa. Were em biçin li cem wî. Elî dibêje, em ji filehan direvin tu dibêjî em biçin li cem Metran Isa. Mêrem dibêje tu bi ya min bike û em biçin biceribînin. Radibin riya xwe digirin û diçin Dêra Axtemarê. Axtemar bi xwe giraveke di nava Behra Wanê de ye. Divê mirov bi kelekan biçe wir. Dema diçin ba Metran Isa, Elî mesela xwe jêre dibêje. Piştî vê bûyerê stran hatiye gotin.
……Elî dibêje Metrano îro sibeye sibe zû ye, tu ji xewa şirîn rabe, siba te bi xêr û bêreMinê tiştek kiriye ne li gor dînê filetiyeMinê Mêrema fileh, destgirtiya waliyê Wanê revandiye
Mane tu wê rabe mehra min û Mêremê bike li ser dînê Isa yê Nûraniye
Hege tu qebûl bikî, hege tu qebûl nakî mehra min û Mêrema fileh bike li ser dînê Islamiye
Delîl delîl, şertê min û vî Metranî
Metran serê xwe ji xewa şirîn rakirî gotî Eliyê Qolaxa weha nakim lo lo weha nakim
Ezê şerîetê lo lo betal nakim
Ezê dinê Mihemed li hewşa Dêrê ji bo xatirê jinikek fileh lo lo rezîl nakim
Heçî qesta Dêra Axtemarê bike, minê sond xwarî li Isayê Nûranî, bê kuştina xwe keskê bê mirad lo lo bazar nakim
Ezê îro qewlê resûlê xwidê, bi şer’a Nebî Mihemedî, Mêrema Fileh li Eliyê Qolaxayê Wanê markim
Wezê sebe te ji lo lo serî betal nakim….

Sîpan ŞÎNDA

Post Views: 59
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.