Rojnameya Ronahî

​​​​​Li Goristana Şehîd Xebat Dêrikê du şehîd spartin axê

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê cenazeyê şehîd Rêzan Hesen û yê kesayeta welatparêz Mihemed Ehmed Elî li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.

Bi hezaran şêniyên Dêrikê, Girkê Legê û gundên girêdayî wê tevî şandeyeke Rêveberiya Xweser ji bo girtina cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundir şehîd Rêzan Hesen û kesayeta welatparêz şehîd Mihemed Ehmed Elî li pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Hogir ya Dêrikê kom bûn. Piştî girtina cenazeyan ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin ser rê.

Li goristanê li ser navê Rêveberiya Xweser ya Herêma Cizîrê Hevserokê Desteya Hundir Kenan Berakat ku axivî got, pêvajoya ku niha herêm tê re derbas dibe gelek dijwar e. Hêzên dagîrker bi êrişên ser herêmê ne Rojava tenê Tevgera Rizgariya Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê dikin hedef.

Berakat axaftina xwe wiha domand: “Ji bo ku li dijî êrişên ser çar parçeyên Kurdistanê bisekinin, pêdiviya gelê Kurd di vê merheleyê de bi yekîtiyê heye

Dûv re nasnameyên her du şehîdan di nava tilîliyên dayîkan û durişmên silavkirina şehîdan de hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeyên her du şehîdan li Goristana Şehîd Xebat Dêrik di nava durişmên silavkirina şehîdan de spartin axê.

ANHA