Rojnameya Ronahî

Artêşa tirkî ya dagîrker yek jê zarok 4 kes birîndar kirin

Navenda nûçeyen-Qamişlo
Firokeyeke bêpîlot ya artêşa tirkî ya dagirker êrişî Til Rifet kir. Di êrişê de yek jê zarok 4 kes birîndar bûn.

Êrişên artêşa tirkî ya dagîrker yên li ser herêma Şehba û deverên din yên Bakur-rojhilatê Sûriyê bênavber didomin. Di van êrişan de heta niha gelek kes hatine kuştin, birîndar bûne û ziyeneke mezin gihîştiye mal û milkê welatiyan.
Herî dawî tirokeyeke artêşa tirkî ya dagşrker li Til Rifet da. Hat diyarkirin ku di êrişê de zarokek jî di nav de 4 kes birîndar bûne.

Yên di êrişê de birîndar bûyên navên wan ev in. Welîd Ereb (5), Nîhad Mihemed Elî (32), Hevîn Reşîd (40) û Sûzan Mamo (30).

Artêşa tirkî ya dagîrker ji sala 2019’an û vir ve Til Rifet bombebaran dike. Heta niha li Til Rifet 8 jê zarok 10 kes şehîd bûne û 13 kes jî birîndar bûne.

Çavkanî-ANF