Gerîla TV dîmenê çalakiyeke ku gerîlayan di 11`ê Hezîranê de li herêma Zapê li dijî darkeriya Tirk li dar xistibû, weşand, di encamê de 3 dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:
“11’ê Hezîranê saet di 14:40’î de li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Mervan, bi çekên giran çalakiyek hate lidarxistin. Konê ku dagirker tê de bûn bi temamî ji holê hate rakirin û 3 dagirkerên tê de hatin cezakirin. Dagirkeran saet di 15:20’î de bi helîkopterên Skorsky miriyên xwe ji qadê birin.”