Hêzên çekdar ên rejîma Îranê li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê êrîş birin ser kolberan û kolberek kuştin, yek jî birîndar kirin.
Li gorî nûçeya RojNewsê, roja 26’ê Hezîranê li rêze çiyayên Qendîl yên derdora bajarê Pîranşarê yê ser bi parêzgeha Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, pasdarên Îranê êrîş birin ser komek ji kolberan.
Ji ber êrîşê, welatiyê bi navê Şiwane Mehmudzadeyî (25) ku bavê zarokek bû hate kuştin. Her wiha welatiyê bi navê Nasir Ebdulgulale jî birîndar bû.