Axaftina herî dawî ya bi rêber Abdullah Ocalan re hate kirin 25’ê Adarê bi rêya telefonê bû. Ev axaftin jî nîvco mabû.
Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan Rerzan Sarica û Nevroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22’ê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve jî serlêdanên ji bo hevdîtinê bêbersiv têne hiştin.