Rojnameya Ronahî

Rêveberiya Xweser qenata kurdistan24 ya li rojava da seknandin

Rêveberiya Xweser destûrnameya qenata Kurdistan24 betal kir û got: “Ji ber ku qenat hin bendên qanûnên ragihandinê yên bakur û rojhilatê Sûriyê binpê kirine, ev biryar hatiye dayîn.”

Têkildarî mijarê, Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê, li ser malpera xwe ya fermî biryar weşand.

Rêveberiyê di biryarê de got; “Ji ber siyaseta ku qenata Kurdistan24 ya gurkirina hestên kîndariyê û geşkirina fitneyê di navbera gelê Kurd de pêk tîne û şerê kurdî-kurdî teşwîq dike, em dibînin ku ev yek li dijî rêgeza exlaqî ya dezgehên çapemeniyê ye. Herwiha Ji ber vê yekê û li gorî qanûnên ragihandinê yên Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê, Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser destûrnameya qenata Kurdistan24 li bakur û rojhilatê Sûriyê betal dike, ji ber ku xîtaba kîndariyê belav dike.”