Ciwanekî (16) ji aliyê QSD`ê ve ji DAIŞ’ê hatî rizgarkirin bi alîkariya Mala Êzîdiyan û Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzîdî radestî malbata wî hat kirin.
Li Şingalê ciwanê bi navê Erdewan ku li Kampa Holê ji aliyê QSDê ve ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin, bi alîkariya Mala Êzîdiyan û Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzîdî radestî malbata wî hat kirin.
Endama Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzîdî Rîham Hesen li ser xebata rizgarkirina dîlan ev agahî dan: “Tevî xemsariya hikumeta Iraqê, bi alîkariya QSD’ê hêza ji fermanê ve alîkariya me dike, bê navber mirovên me ji DAIŞ’ê tên rizgarkirin. Em spasiya wê dikin. Bi saya têkiliiyên tevna me, Mala Êzîdiyan û QSD’ê em dîlên xwe rizgar dikin û digihînin malbatên wan.”
Rîham axaftina xwe wiha domand: “Li şûna ku hikumeta Iraqê bi me re bibe alîkar û tîmên rizgarkirina dîlan ava bike, astengiyan derdixe. Ev 7 sal in gelê me di nava lêgerîneke mezin de ye ku dîlan rizgar bike. Lê cihê lêgerîna gelek kesan şaş e. Diçin gel kesên bûyîn sedema fermanê. Ev şaş e, divê gel şiyar be û nekeve binê bandora fermana spî.”
ANHA