Rojnameya Ronahî

Welatiyên Qamişlo: Tevlî bihabûnê jî emê cejnê pîroz bikin

Dilîn EHMED/Qamişlo

Ji bo amadekirina cejina Remezanê welatiyên bajarê Qamişlo berê xwe didin bazarê. Tevlî bihabûnê û belavbûna vîrûsa korona jî, gel bi coşekê mezin cejnê pêşwazî dike.

Welatiyê bi navê Yûnis Remo diyar kir ku, ji ber daketina nirxê lîreyên Sûrî li hember dolar, ew nikarin wek salên berê pêdiviyên cejnê bikirin û wiha pêda çû; “tevlî bihabûna nirxên cil û pêdiviyên cejnê jî, ji bo kêfxweşiya zarokan em amadekariyên xwe dikin.”

“PÊŞWAZÎKIRINA CEJNA ÎSAL NE WEKE SALÊN BERÊ YE”

Yûnis Remo li ser cejnê axaftina xwe wiha domand: “Cejna remezanê bi kirîna şeker û cilên nû tê pêşwazî kirin, ev çandeke di nava civakê de ye. Her sal seatên sibehê em diçin ser goristana, piştî wê em serdana heval û dostên xwe dikin. Ev jî kevineşopiyên me ne. bi vî rengî em cejina xwe pîroz dikin.”

Yûnis li ser bihabûna nirxê pêwîstiyên cejinê axaftina xwe wiha bidawî kir; “Ji ber daketina nirxê lîreya Sûrî li hember dolar, nirxê her tiştî bihabû ye. Lewre em îsal nikarin weke salên borî, pêwîstiyên cejinê bikirin. Dema dolar dadikeve jî, nirxê pêdiviyan wek xwe dimîne. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, divê saziyên berpirsyar bixebitin. Ji ber zarok nizanin bihabûn û tine bûn çiye, û em jî nikarin dilên wan bişkînin, em neçar dibin cil û pêdiviyan ji wan re bikirin. Gazinc ji zarokan nabe, lewra ew çav zarokên din dikeve.”

“ZAROK CEJINÊ XWEŞ DIKIN”

Li ser heman mijarê jina bi navê Henîfa Yûnis ya 70. salî  jî wiha axivî: “Rasete ku divê cejinê de em cil, şekir û pêdiviyên cejnê bikirin. Lê îsal ji ber bihabûna bê sînor, me cil tenê ji zarokên piçûk re kirî. Ji ber bihabûnê me ji bilî şekirên zarokan şekir nekirîn. Lewra cejin bi zarokan xweş dibe. Mijareke ji vê girîngtir heye ku gelê me biryara qedexeyê binpê dike, ev yek jî xeteriyê li ser mirovan çêdike. Raste xelk neçarin biçin bazaran, lê divê tedbîrên xwe yên parastinê bikar bînin.”

Henîfa Yûnis didawiya axaftina xwe de, cejina gelê Sûrî bi giştî û bi taybetî cejina gelê bakur û rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got; “em bi hêvîna ku êrişên li ser welatê me bin bikevin û cejin bibe wesîleya serkeftinê, ku em sala bê cejina xwe bi rengekî hîn xweştir pêşwazî û pîroz bikin.”