Rojnameya Ronahî

“Berxikê min kêfxweş di nava zeviyan de digere”

Navenda Nûçeyan /Qamişlo

Janet Arkwright wiha diyar kir, “berxikê me astengdar bû, lê min baş dizanî em dikarin çareyekê bibînin.”

Dibe ku ev çîrok jib o hin kesa pir balkêş be û hin kes jî pir bê wate jî bibînin. Lê ev rastiyeke ku mirovayî tevgere xwezayi ye. Li Brîtaniyê li kantonekê rojavayê West Yorkshire,  Janet Arkwright ya 44 salî bi dilovanî û hestiyariya xwe karî ji berxikê astengdar re jiyanake nû biafirîne.

Janet Arkwright derbarê wî de wiha got: “Di nava  sewalên me de du berxik ji dayîk bûn. Lê mixabin yek ji wan, piştî ku me bir nava zeviyan nexweş ket. Dema ez serê sibê ji xew rabûm min dît ku dayîka wê nêzê wî nabe û vê yeke ez pir xemgîn kirim. Me ew bir gel bijîşkê beyîterî û wî ji me re wiha got, ‘ji ber nexweşiyê her dû lingên berxikê we felc bû ne. Divê her tim paldayî be û em nikarin jê re tiştekî bikin.’ Berxikê me astengdar bû, lê min baş dizanî em dikarin çareyekê bibînin.’

Janet Arkwright axaftina xwe wiha bi dawî kir: ” Ji bo wê me korsiyeke bi tekel  jêre anî, da karibe bi rehetî tevbigere. Ji wê rojê heta niha berxikê min kêfxweş di nava zeviyan de digere. Lê tenê asengiyeke wî heye êdî nikare bi tena xwe palde. Ji ber wê dema dixwaze pal de berê xwe dide, me da ku em wî ji kursiyê vekin û rehet pal bide.”