Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kurd ji bo Azadiya Ocalan li ser piyan in

28/06/2018
in ROJEV
A A
Kurd ji bo Azadiya Ocalan li ser piyan in
Share on FacebookShare on Twitter

Çalakiya li Strasboûrgê ya ‘’Ji Abdullah Ocalan re azadî’’ kete sala 7’an. Zilma dewleta Tirk a li ser Ocalan û li ser Kurdan li Strasboûrgê bi dîplomasiya gel bi cîhanê hate naskirin.
Yek ji navê ji Insîyatîva ‘Ji Ocalan re azadî’ Reîmar Heîder, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanyayên navnetewî organîze kirî û li cîhanê ji bo naskirina felsefeya Ocalan xwedî rol e li ser çalakiya nobetê ya ku ketî sala 7’an axivî. Heîder diyar kir Kurd tim bi daxwaza azadiya Ocalan li ser piyan in û got, ‘’Em Insîyatîva ji Ocalan re azadî, wateyeke mezin didine çalakiya rûniştinê ya demdirêj. Ya ku çalakiya li Strasboûrgê dike taybet ew e ku li hemû şertên hewayê û zextê jî dewam dike, di rengekî rûniştî, ji gel, çand û pîşeyên cuda kes tevlî nav vê çalakiyê dibin.’’
Heîder bal kişande ser izolasyonê û got, ‘’Tekan girêdana wê ya bi Ocalan re ew e ku saziyên girêdayî Konseya Ewropayê ne’’. Heîder wiha dewam kir: ‘’Ji bo ku giringiya Ocalan a ji bo Kurdan û Rojhilata Navîn bidin fêhmkirin çalakiya li Strasboûrgê pir girîng e. Ev çalakî bi wê peywirê radibe ku berpirsyarî û peywira Konseya Ewropayê û CPT’yê bi bîra wan dixe.’’
Heîder got li gel zexta raya giştî jî saziyên li Strasborûgê peywira xwe bi cih naynin û got, ‘’Dev ji reaksiyoneke ji bo azadiya Ocalan berdin, ne girêdayî wan peymanan in ku îmzeya wan li ser heye jî. Li gel ku rêxistina pêşîlêgir a êşkenceyê ne jî, çavê xwe ji izolasyona, tecrîd û şertên giran ê girtîgehê yê Birêz Ocalan re digirin. Mixabin ne ku tenê saziyên li Strasboûrgê wiha dikin, Rêxistina Efûyê, Rêxistina Çavdêr a Mafê Mirovan jî wiha tevdigerin.’’
PIRTÛKÊN OCALAN
BI 14 ZIMAN IN
Heîder her wiha li ser pirtûkê Ocalan diyar kir ku ew girîngiyeke mezin didine, wergerên pirtûkên Ocalan ên bi 14 zimanan organîze dikin, danasîna wan dikin. Heîder got, “ji bo pirtûkan gelek seminer û civîn kirine û ev ê bidome jî.”
Reîmar Heîder bal kişande ser salvegera 20’an a komployê û sala 70’yî ya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku bi vê çarçoweyê ew ê li Hambûrgê cara çaran konferansa Modernîteya Demokratîk çêbikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.