Rojnameya Ronahî

“Li qomtara çiyayê Şingalê vejîneke nû wê pêş bikeve”

Jiyan BOZO/Qamişlo

Di salvegera Çarşema Sor de endama Meclisa Jinên Êzîdî ya Şingalê Xoxê Cidî diyar kir ku, Çarşema Sor ya îsal wê bibe sala serkeftin û qehremaniya li dijî dagîrkeran.  

Di nav civaka Êzîdî de cejina Çarşema Sor cejina herî girîng e. Ev cejin her sal di çarşema meha Nîsanê de tê pîroz kirin. Herwiha di Çarşema Sor de gerdûn hatiye avakirin. Di vê cejinê de civaka Êzîdî hêkan dikelînin û rengûreng dikin, ev hêk jî temsîla gerdûnê didin.

“EM VÊ ROJÊ JI HEZARÊN SALAN PÎROZ DIKIN”

Derbarê mijarê de endama Meclisa Jinên Êzîdî ya Şingalê Xoxê Cidî, cejna Çarşema Sor li civaka Êzîdî û tevayiya gelê cîhanê pîroz kir û got; “Em vê rojê ji hezarên salan pîroz dikin. Çarşema serê Nîsanê ji me re rojeke pîroz e. Em di vê rojê de hêkan dikelînin û rengûreng dikin. Her hêkek temsîla vejîneke nû dike. Herwiha xêr û bereket dikeve nava malan de û civakeke dilşad pêş dikeve. Em şêranî jî ji bo vê rojê hazir dikin. Me bi ava barana şeva berî Çarşema serê Nîsanê mast heyvan dikir. Min bi xwe jî vê yekê kiriye, mastê wê pir xweş û şîrîn e. Bi salan civaka me êş û jan dîtiye, lê ti em carî ji baweriya xwe venegeriyan û em venagerin jî. Li qomtara çiyayê Şingalê vejînek nû wê pêş bikeve”

“ÇARŞEMA SERÊ NÎSANA ÎSAL WÊ BIBE SALA SERKEFTINÊ”

Xoxê Cidî anî ziman ku 74 ferman bi sere gelê êzîdî de hatiyê kirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir; “raste gelek ferman bi sere me de hatine, lê qet nikarin vîna me bişkîkin. Sala 2014an bi hezara jinên me revandin û gelek ji wan jî şehîd xistin. Çi dibe bila bibe em ji baweriya xwe dûr nakevin. Em îro li ser çiyayê Şingalê bi awayekî azad sersala xwe pîroz dikin. Me ev yek bi saya şehîdên xwe yên mîna Mam Zekî, Berîvan û Zerdeştan bi dest xistiye. Ji bo wê bila her kes bizanibe em zarokên vê xakê ne. Ti hez nikare me ji warê me dûr bixe. Emê her sal vê rojê pîroz bikin.Banga min ji her Êzîdiyekî re heye, ku li keda zarokên xwe xwedî dekevin.”