Rojnameya Ronahî

Sûka berhemên jinê sûkek karsaziyê ye hewceyî piştgiriyê ye

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Piştî derbasbûna demeke kurt li ser vekirina sûka berhemên jinê, tevî kêmbûna daxwaziya kirîn û firotina jî, jinên firoşgeh bi hêvî ne ku gel piştgiriya vê pirojeyê bike, da ku ew gavekê ji bo pêşketina jinan di warê aborî de bavêjin.

Ji bo piştgiriya jinan di warê aborî de, 7ê Adara 2021 şaredariya kantona Qamişlo sûkek bi taybet ji bo berhemên jinê vekir. Sûk li taxa Erbe Şewari ya bajarê Qamişlo ye.

PIŞTGIRIYA JINAN BIKIN DA KU ABORIYA XWE XURT BIKIN

Sûk ji 14 dikana pêk tê. Dikanên cilûbergên Kurdî, karê destan, pêdeviyê paqişkirinê, bîhinênxweş û pirtûkxaneyek lê heye.  Seatên kar ji nehê sibehan dest pê dike û heta çarê êvarî dewam dike.

Di destpêkê de Cîgira Ofîsa jinê ya desteya Şaredariyên herêma Cizîrê Bêrîvan Omer li ser sedemên vekirina vê pirojeyê  axivî û dîyar kirk u ev du salin, ew amadekariya vekirina sûka berhemên jinê dikin. Armanca wan jê ewe ku,  jinan teşwîq bikin ku têkevin bazara kar û aboriyê da hêza wan xurt bike. Ji aliyêdin jî derfetên  jinên karker hindik e, ji ber wê ev piroje hat vekirin.

Di derbarê hilbijartina pêdeviyên ku li sûkê tên firotin Bêrîvan bi lêv kir ku ji bo kesên dixwazin bixebitin, wan ev piroje ragihand. Daxwaziya wan ew bû ku bi taybet  karê destan bidin pêş, lê ji mafê firoşgeh jî heye ku tiştê bixwaze hilbijêre û bifiroşe.

Di dawiya axaftina xwe de Bêrîvan pişterast kir ku ew bi hevkariya Weqfa Ferensî alîkariya jinan kirin. Herwiha kirya dikanan jî  sê mehan ji firoşgeha nayê girtin û pişt re wê kiriya dikana 30 hezar lîreyên sûrî be.

“FIKRA VEKIRINA SÛKA JINAN MIN JÊ HEZ KIR”

Xwediya dikana cilûbergên Kurdî û dirûvan Mizgîn Ehmed kêfxweşiya xwe tîne ziman ku ji bo dirûtinê bikirên wê çêbûne.

Mizgîn diyar kir ku sedemê hilbijartina kar li vê sûkê ew bû ku sûkek bi taybet ji bo jinan hatibû vekirin û ji vê fikrê jî pir heskiriye. Herwiha ji bo alîkariya jinan jî bike, ew bi bihayekî kêm dirûtinê dike.

Di heman mijarê de Sena Şêxmûs ya ku pêdeviyên xwe dikirîn, ji me re axivî û bi lêv kir ku sedema hatina wê ya li vê sûkê ewe ku mereqa sûka jinê kiriye û bi vê yekê keyfxweş e. Heman demê de wê karê dirûtinê ecibandiye û dîyarkir ku bi bihayekî kêm cilûberg tên dirûntin.

Di dawiya axaftina xwe de Sena got ku ew piştgiriya sûkên wiha dike. Çimkê bi bihayekî kêm pêdeviyan difroşin û aboriya jinan jî xurt dibe.