Rojnameya Ronahî

Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol bi belavkirina xelatan bi dawî bû

Mihrîcana 5’an ya Şehîd Yekta Herekol ya Şanoyê bi ragihandina navên kesên di mihrîcanê de bi ser ketîn û belavkirina xelatan qediya.

Mihrîcana 5’an ya Şehîd Yekta Herekol ya Şanoyê 27’ê Adarê dest pê kiribû û dihat payîn ku 6’ê Nîsanê bi dawî bibe. Lê belavbûna vîrûsa Korona li herêmê bû sedem ku Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê qedexeya derkeftina derve li gelek herêman dayne. Ji ber wê komîteya amadekar ya mihrîcanê 5ê mehê çalakiyên xwe bi dawî kirin.

Bi beşdariya girseya gel, çalakiyên bidawîbûna mihrîcanê bi pêşandana şanoya “Veger” dest pê kir. Koma Efrîn”Afrînerên Hêviyê” tê de lîst û şano nêzî 6 deqeyan dewam kir.

Dûv re koma ji Reqayê hatî şanoyeke gelêrî bi navê “Angaşta Siyê” pêşkêş kir. Şano nêzî 10 deqîqeyî bû. Pişt re jî koma Botan mûzîk û stiran pêşkêş kirin.

Piştî wê sînevizyonek li ser jiyana şehîd Erdogan Qehreman (Yekta Herekol) hat pêşandan.

Piştî sînevizyon bi dawî bû, komîteya nirxandinê ya taybet bi mihrîcanê 3 teqdîrname dan Himêdî El-Ebosî ji bo şanoya “Madeya Sêyem”, Hêlîn Selîm ji bo şanoya “Aştî di baskên teyran de ye” û koma Tolhildan ya Xweser ji bo şanoya “Qêrîn”.

Li aliyekî din jî şanoya “Rihên şewitî” weke nivîsa şanoyê ya herî baş hat xelatkirin û xelata herî baş ji bo amadekirina şanogerê şanoya “Madeya Sêyem” hat dayîn û xelata herî baş a sînografîkê ji bo şanoya “Aştî di baskên teyran de ye” hat dayîn.

Hêvîdar Şêx Seidon xelata lîstikvana yekê di şanoya “Venasîn” de girt, Rabîn Hesen Kilkawî xelata lîstokvanê yekem di şanoya “Rihên Şewitî” de girt.

Lorîn Ehmed xelata lîstikvana duduyan girt û Mihemed Seîd Yûsif xelata lîstikvanê duduyan di lîstina rola Şawîş de girt.

Mihemed Resûl li ser şanoya “Venasîn”, xelata derhunerê herî baş girt û şanoya “Qamimeqamê nû” xelata şanoya ku herî baş hatiye pêşandan girt.

Li dawiyê jî komîteya nirxandinê ya taybet bi mihrîcana Şehîd Yekta Herekol xelata taybet bi xebata kolektîf belav kir û ji para şanoya “Derî” bû.

ANHA