Hêzên Ewlekariya Hundirîn di roja duduyan ya Operaysona Mirovî û Ewlehiyê de li Kampa Holê, 23 çeteyên DAIŞ`ê girtin.
Operasyon di roja duduyan de dewam dike. Hêzên beşdarî operasyonê bûne duh 9 kes girtibûn, di nav de Ebû Eseed El-Iraqî yê ji enadmên DAIŞ`ê bû.
Hêzên beşdarî operasyonê bûne îro 23 çeteyên din yên DAIŞ`ê girtin.
Li gel wê Hêzên Ewlekariya Hundirîn di saetên destpêkê de, tunel, cilên leşkerî û hejmareke laptopên ku tê de dosyayên têkildarî çeteyên DAIŞ`ê hene, dîtin.
ANHA