Rojnameya Ronahî

“Rêber Apo hevalê me zaroka ye”

Hediya HISÊN /Qamişlo

Ji bo agahîgirtin ya rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan, Qomîteya Zarokan Qada Civakî ya Kongreya Star  (19.03.2021) saet 11an li bajarê Qamişlo meşa zarokan li dar xist. Meşê ji Parka Helebça dest pê kir û heta navenda Neteweyên Yekbûyî (Ny)ê dewam kir. Di meşê de jî zarokan daxwiyaniye dan.

Daxwiyanî wiha ye: Em zarokên Rojava di serî de Newroza Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz dikin. Ji bo zarok azad bijîn Rêber Apo ji zaroktiya xwe de heta roja me ya îro berxwedanîyê dike. rêber Apo hevalê me zaroka ne. rêber Ocalan dibêje bi xeyalên xwe yên zarokatiyê min îxanet nekiriye, em zarok jî, wê bi xeyalên rêbertî ve girêdayî bin û emê jiyanek azad biafirînin. Tenduristiya Rêber Apo ji bo zarokên Kurdistanê hemî pir giringe. Daxwaziya me ewe ku em rêberê xwe azad bibînin.”

Meş bi gotina “Bê serok jiyan nabe” qediya