Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kurd bandorê li Rojhilatanavîn dikin

26/06/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Kurd bandorê li Rojhilatanavîn dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Gelên Tirkiyê di 24’ê Hezîranê de çûn ser sandoqan. Ev hilbijartineke ku pêşeroja Tirkiyê eleqeder dike. Têkçûn û lewazbûna tifaqa AKP-MHP’ê wê Tirkiyê ji pencên şer rizgar bike. Ji vê yekê wê ne tenê gelê Tirkiyê, gelê herêmê jî wê rihet bibe.
Weke tê zanîn di dîroka Tirkiyê de bloka herî faşîst û nijadperest li desthilatiyê bûne yek. AKP, MHP, Ergenekon, Perînçek û hwd, hemû bûn yek. Hevbeşiya wan şerê li dijî Kurdan bû. Şerê li dijî Kurdan tê wateya şerê li dijî demokrasiyê. Wekî din ne gengaze ku şer li dijî kurdan were kirin. Şerê li dijî kurdan heman demê şerê li dijî cîranan û dagirkeriyê jî bi xwe re tîne. Tê zanîn Tirkiyê êrîşî Sûriyê kir Cerablûs, Bab û Efrîn dagir kir. Bi vê jî nema. Berê tankan da başûrê Kurdistanê. Pêşengî kir ku Kerkûk ji destên kurdan were girtin. Tevî bi dehan baregehên xwe yên leşkerî yên li başûr niha jî bi awayekî eşkere dest bi êrîşên dagirkirinê kiriye. Hêzên xwe yên leşkerî derbasî Sîdeka kiriye, herêma Biradost dagir dike û dibêje “ezê Qendîlê bigirim”.

Di encama tifaqa bi Rûsan re herêma Efrînê ku li Sûriyê herêmeke herî bi aram bû li ber çavên dunyayê dagir kir. Bi sedhezaran mirov ji cih û warên wan derxist. Bi paqijiya etnîkî û guhertina demografyayê sûcê mirovahiyê dike. Weke xencerê li dilê Sûriyê hatiye xistin. Bi komkurina çeteyên li Sûriyê li dora xwe hem pêşeroja Sûriyê û hem jî hemû Rojhilatanavîn xistiye bi tehdîtê. Ev tehdît di serî de gelê Kurd li dijî hemû gelên herêmê û demokrasiyê ye. Li dijî Îran, Iraq, Sûriyê û hemû gelên herêmê eşkere dijmintiyê dike. Dema tengavî dibe xwe dispêre Rûsyayê dema ew jî nebû direve cem Emerîkayê. Bi gelan re li şûna cirantiyeke baş, girêdayî zordariyê dixwaze wan ji hêzê bixe û bi hev bide şerkirin.

Li Rojhilatanavîn Tirkiye deşîfre buye û maskeya wê ketiye. Hewldanên wê yên dagirkeriyê eşkere bûne. Ji bo ku li ser hemû Sûriyê bibe xwedî gotin timî destwerdanê dike. Emerîka û Rûsya jî teşwîq dikin. Erdogan demekî ol weke maske bikartanî û hewl dida ku li der û hundir piştgiriyê bistîne. Niha ev lîstik jî bi dawî bû. Hêza sereke ya ku Tirkiyê ji lîstikên şer û faşîzmê rizgar bike û her wiha nefesê bide gelên herêmê Kurd in. Kurd li herêmê weke hêza herî dînamîk, bi bandor û demokratîk pêşengiya xwe berdewam dikin.

Zekî BEDRAN

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.