Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tifaqa faşîst bi hîle yan bi ser ket

26/06/2018
in ROJEV
A A
Tifaqa faşîst bi hîle yan bi ser ket
Share on FacebookShare on Twitter

Di çapemeniya cîhanê de bi berfirehî hate ragihandin ku Erdogan û tifaqa nîjadperest AKP-MHP bi hîleyan di hilbijartinê de ‘bi ser ketine’ û hişyarî dan ku rêveberiyeke hîn tund û zehmet li ber Tirkiyê ye.
Di versiyona online ya kovara Der Spiegelê de, bi navê Hasnain Kazim bi sernavê “Serokê heta bi hetayê” şîrove-nûçeyek hate weşandin û işaret bi gelek manîpulasyon, zext û şîdeta dema hilbijartinê hate kirin.
Nûçegihanê Der Spiegelê bi taybetî bal kişand ser zext û zordariya li Kurdistanê û ragihand, destûr nehate dayin ku çavdêr bikevin nava gelek navendên dengdanê. Her wiha diyar kir ku ji bo Erdogan û tifaqa AKP-MHP’ê gelek dengên bi komî hatine dayin û hate gotin, “Li hin navendên dengdanê yên li başûrê rojhilat ê welêt ku Erdogan lê nayê hezkirin, mirovên bi çekdar li meydanê bûn.”
Di şîroveyê de hate destnîşanirin ku bi ihtimaleke mezin wê Erdogan bi rengekî hîn tund welêt bi rê ve bibe û hate gotin, “Wê bi şêweyekî hîn dijwar ceza li mûxalîfan bibire, wê xwepêşandêr hîn bi şêweyekî giran lêdanê bixwin.”
LE MONDE CIH DA HÎLEYÊN LI BAJARÊN
KURDAN
Di nûçeya rojnameya Fransayê Le Monde de hate ragihandin ku mûxalefetê îtiraz li encamên hilbijartinê kiriye û bal kişand ser hewldana Kurdan a mayina li parlamentê.
Di nûçeyê de dîmenên li Pirsûs û Erzîromê yên dizîna dengan û dayina dengan bi rengekî komî hatin bibîrxistin. Hate destnîşankirin ku li bajarên Kurdan gelek hîle hatine kirin.
NYT BAL KIŞAND SER GOTINÊN DEMÎRTAŞ ÊN LI SER PAŞEROJA TIRKIYÊ
Di nûçeya Carlotta Gall a ji rojnameya New York Times (NYT) de hate ragihandin ku beşeke girîng a mûxaledetê, ev hilbijartin weke ‘şensê dawî yê ji bo rizgarkirina demokrasiyê’ dîtine. Di nûçeya rojnameyê de gotinên Selahattîn Demîrtaş ên li ser metirsiyên li ber Tirkiyê hatin bibîrxistin.
Di nûçeyê de hate ragihandin ku Demîrtaş hişyariya ‘wê ji tuneleke tarî derbas bibe’ daye û bi vî rengî bal kişandiye ser zor û zehmetiyên di rejîma şexsekî de rû bidin.
FIGARO: DERBASBÛNA HDP’Ê JI BENDÊ YE CIHÊ KÊFXWEŞIYÊ YE
Rojnameya Le Figaro jî çavdêriya dengdana li Stenbolê ragihand. Di nûçeyê de hate gotin, HDP’yî ji Stenbolê bi hêvî ne, lê belê hîle û astengiyê li Kurdistanê rû didin, wan dixin nava tirs û fikaran.
Di nûçeyê de hate destnîşankirin, piştî ku Erdogan û tifaqa wî ragihand ku piraniya dengan girtine, ‘yekane diyariya ku dilê mirovan xweş dike’ derbasbûna HDP’ê ji benda hilbijartinê ye.
Ajansa Nûçeyan a Reutersê jî ji bo Erdogan got, “siyasetmedarê herî populer, lê yê herî zêde civakê parçe dike.”
DER STANDARD: TEORIYÊN KOMPLOYÊ BI BANDOR BÛN
Rojnameya Der Standard a li Awûstûryayê tê weşandin jî ji bo şîroveya xwe ya bi sernavê “Erdogan çim abi ser ket” diyar kir ku teoriyên komplo yên li ser “hêzên derve” ya jî “dijminên derve” bi bandor bûne. Di şîroveyê de hate ragihandin ku van komployan ser pirsgirêkên rasteqîn nixumandine û hate destnîşankirin ku hilbijartin bi rengekî ne wekhev pêk hatiye.

Post Views: 82
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’
ÇAND Û HUNER

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’

13/05/2025
Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin
NÛÇE

Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin

13/05/2025
Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)
NÛÇE

Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)

13/05/2025
Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin
NÛÇE

Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin

13/05/2025
Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê
ROJEV

Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê

13/05/2025
Partiya Şehîdan  PKK
ROJEV

Partiya Şehîdan PKK

13/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.