“Nobeda Azadiyê” ku çalakiya herî demdirêj a bênavber a gelê Kurd e, dikeve hefteya 313’an. Bû 2 hezar û 194 roj ku bi rengekî bê navber nobed tê girtin.
Nobeda ku 25’ê Hezîrana 2012’an li bajarê Strasbourg ê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, 6 salan li pey xwe dihêle.
Heta niha bi sedan Kurdistanî, Tirkiyeyî, Asûrî, Elewî, Êzidî, nûnerên saziyên jin û ciwanan, dost û siyasetmedarên Ewropî, sendîkavan, parlamenter, hevşaredar, akademîsyen, hunermend, nûnerên dînî gelek kes tevlî çalakiyê bûne.
Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û hevserokên saziyên ser bi KCDK-E ve nobeda vê hefteyê îro dewr digirin. Koma qelebalix wê hefteyekê nobedê bigire.
Li aliyekî wê daxwaza azadiya Ocalan bikin, li aliyê din jî hêrsa li dijî bêdengiya saziyên navneteweyî ya li dijî tecrîda girankirî nîşan bidin.
Bi vê çalakiyê re her wiha nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna gelê Kurd tê nasandin. Wekî din işaret bi tecrîda girankirî ya li ser Ocalan tê kirin û zext li saziyên navneteweyî tê kirin ji bo bikevin nava liv û tevgerê.
Çalakiya nobedê ku hefteyê heft rojan didome, 6 salan li pey xwe dihêle. Organîzatorên çalakiyê bi biryar in ku çalakiya nobedê heta azadiya Ocalan bidomînin.
Her hefte 4-5 kes nobedê digirin û bi vî rengî hejmara nobedaran heta niha gihîştiye 1.500 kesî.
Çalakî di nava her şert û mercî de, li gel berf, baran û germa zêde her roj saet navbera 07:30 û 16:30’î dewam dike.
Heta niha bi deh hezaran kesî re hevdîtin hatiye kirin û bi sed hezaran belavokên bi zimanên Îngilîzî, Elmanî û Fransî hatine belavkirin. Mirovên ji her neteweyê hatine agahdarkirin.
Her wiha, di rewşeke awarte de di çarçoveya çalakiya nobedê de li Strasbourgê çalakiya rûniştinê ya girseyî, greva birçîbûnê hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayin.
Bi Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), Konseya Ewropa, Parlamenta Ewropa û saziyên cuda re hevdîtin hatin kirin û qala tecrîda giran a li ser Ocalan hate kirin.