Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dewleta Tirk dixwaze Qendîlê ji DAIŞ’ê re bike navend

25/06/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Rûsya dixwaze Îranê ji Sûriyê derxe
Share on FacebookShare on Twitter

Dewleta Tirk ev demeke dagirkirina başûrê Kurdistan ku beşek ji dewleta Iraq ya Federale xistiye rojeva xwe. Ji xwe niha beşek ji başûrê Kurdistanê dagirkiriye. Êrîşkariya dewleta Tirk ne tenê bi vê ve sînordare. Armancek mezin li pey vê xwesteka dagirkeriyê heye. Ji bo wê jî derdikeve holê ku gelek hêzên cîhanî û heremî destekê didin dagirkeriya Tirk. Li beramberî vê êrîşkariya dewleta Tirk ya li ser axa başûrê Kurdistanê, bêdengiyek rayadarên herema başûrê Kurdistanê û Iraq a federal heye. Hênceta dewleta Tirk ew e ku Tevgera Azadîxwaz a Kurd li wê heremê ye. Lê ev tenê ji bo armanca xwe ya heye veşêre. Lewra ne îro ev 40 sal e Tevgera Azadîxwaz a Kurd li wê heremê ye. Dewleta Tirk b idehan caran êrîşî wê heremê dikir, lê dagir nedikir.

Niha çima dixwaze dagir bike?

Gelek armancên vê dagirkeriya dewleta Tirk hene. Lê ya herî girîng dixwaze li rojava û başûrê Kurdistanê mafê Kurdan yên ji gelbûnê tên asteng bike û Kurd li ku bin, di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bin. Bi peymana Lozanê kurd li 4 welatan hatin dabeş kirin. Ger welatek nikaribe dagirkeriya xwe bidomîne yan jî êdî naxwaze,  dewletên din dikevin dewrê û bi rengekî dagirkeriyê didomînin. Li gorî dewleta Tirk bi sistema federal ya Iraq êdî Iraqê dev ji dagirkeriya li ser başûrê Kurdistanê berdaye ji bo wê dewleta Tirk xwe erkdar dibîne ku vê herêmê dagir bike. Jixwe di gotinên desthilatên Tirk de ev eşkere dibe. Li rojavayê Kurdistanê jî dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrînê, tehdîda li ser Minbic û herêmên din, bi vê mebestê tên kirin. Yanî dixwazin  Kurd tu carî ji bin dagirkeriyê xelas nebin. Ger dagirkerek lewaz ket, li gorî wan divê dagirkerê din yekser destwerdanê bike. Di referandûma li başûrê Kurdistanê û tiştên li piştî wê qewimîn, ev yek eşkere kir. Lê tişta tê xuya kirin ku PDK’ê encamek rast ji encamên referandûmê û siyaseta Tirk ya dij Kurd dernexistiye.

Niha dewleta Tirk qasî 100 hezar çeteyên DAIŞ/El Qaîde li Idlib, Cerablûs, Bab, Ezaz û Efrînê perwerde dike, meaş dide wan, wan bi sîleh dike.  Vê yekê jî li ber çavên cîhanê dike. Ewqas  çeteyan bi çi armancê perwerde dike, meaş dide û wan bi çek dike? Li gor min bersiv eşkereye. Dewleta Tirk ne tenê wan çeteyan ji bo li dijî rejîma Sûriyê bide şerkirin,bi armanca ku li dijî hêzên demokratik yên Sûriyê bide şerkirin xwedî dike. Li Efrînê ev yek kir. Yan jî ji bo destê xwe li Sûriyê bi hêz bike meaş dide wan. Li aliyekî din ve dewleta Tirk ev demeke dixwaze çeteyên xwe derbasî başûrê Kurdistanê bike û li dijî tevgera azadiya gelê Kurd bide şer kirin.

Dewleta Tirk ev demeke dagirkeriya xwe ya li başûrê Kurdistanê fireh dike. Bi taybet ber bi sînorê Iraq û Îranê ve dixwaze pêşbikeve. Dixwaze ji Şemzînan heta çiyayê Qendîlê li ser sînorê Îran heremê dagirbike. Ger helwestek cidî ji hikumeta navendî ya Iraq û Îranê çê nebe wê ber bi çiyayê Asos ve pêşbikeve. Ger bikaribe wê  xwe lê bicih bike, wan çeteyên xwe yên radîkal, DAIŞ’î, El Qaîdeyî  wê li vê herêmê bicih bike. Ji wan re bike cihekî duyemîn. Çawa El Qaîde li Efxanîstanê li çiyayê Tora Bora xwe birêxistin kir û bû belayek mezin li ser cîhanê, niha jî dewleta Tirk bi dagirkirina başûrê Kurdistanê dixwaze wan çiyayên Kurdan bike navendek terora çeteyên xwe.

Niha li vir çima û ji bo çi dewleta Tirk li vê herêmê dixwaze çeteyên xwe bicih bike? Ev jî bila bimîne nivîsa hefteya din.

Ezîz KOYLUOGLU

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.