Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelê Başûr berê xwe da Qendîlê

23/06/2018
in NÛÇE
A A
Gelê Başûr berê xwe da Qendîlê
Share on FacebookShare on Twitter

Hêrsa gelê Kurd ya li çar perçeyên Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk mezin dibe. Bi hezaran welatiyên Başûrê Kurdistanê ji Duhokê, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Germiyan, Raperîn, Şarezgor, Kifrî, Xurmatû, Çemçemal û Ranyayê çûn Çiyayê Qendîlê û li dijî dagirkeriya Tirk derketin.

Bi hezaran welatiyên Başûrê Kurdistanê ji bajar û navçeyên cuda berê xwe dan Qendîlê û li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabûn.
Meşa gel a ber bi Qendîlê ve ji aliyê “Însiyatîfa Gel a li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk” ve hate organîzekirin.
Bi hezaran kesên ji gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê bi rê ketin, sibeha Înê gihîştin Qendîlê.
Çalakger ji Duhokê, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Germiyan, Raperîn, Şarezgor, Kifrî, Xurmatû, Çemçemal û Ranyayê bi rê ketin.
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, ji 8’ê Hezîranê û vir ve li Qendîlê çalakiya mertalên zindî heye. Girseya gel a ji Ranyayê hat, ji aliyê çalakgerên mertalên zindî ve hate pêşwazîkirin.
Girseya gel li mizgefteke nêzî cihê çalakiya mertalên zindî nimêja Înê kir. Mele Saman Sengavî li vir peyivî û got, “Ji bo em nîşan bidin ku bi ciwanên xwe re ne yên li vê derê li dijî dagirkeriyê bedena xwe kirine mertal em hatine vê derê.”
Sengavî li dijî dagirkeriyê ji bo berxwedanê bang kir û wiha dewam kir: “Hemû hêzên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, alimên olî û tevahiya gelê me, divê teqez li cihê lê ne li ber dagirkeriyê rabin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.