Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Derewa qesrê ya dawî a berîya hilbijartinê ye

23/06/2018
in ROJEV
A A
Derewa qesrê ya dawî a berîya hilbijartinê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir, îdîaya Serokkomarê Tirk Erdogan ku digot “Me li civîna kadroyên pêşeng ên PKK’ê xistine û 35 rêveberan jiyana xwe ji dest dane” derew e. KCK’ê got, “Ev derewa li qesrê hate amadekirin, hewldana dawî ya beriya hilbijartinê ye.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir, îdîaya Serokkomarê Tirk Erdogan ku digot “Me li civîna kadroyên pêşeng ên PKK’ê xistine” derew e. KCK’ê got, “Ev derewa li qesrê hate amadekirin, hewldana dawî ya beriya hilbijartinê ye.”
Serokkomarê Tirk Erdogan ev çend roj in li her cihî dibêje ku wan bombe li rêveberiya PKK’ê ya di civînê de bû barandine û “35 rêveberan jiyana xwe ji dest dane.” Medya AKP’ê jî bi rojane vê daxuyaniyê diweşîne.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi rengekî nivîskî bersiv da vê daxuyaniyê. KCK’ê destnîşan kir ku ev îdîa derew e û propganda ji bo hilbijartinê ye.
Daxuyaniya nivîskî ya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:
“Tayyîp Erdogan ev çend roj in ji bo di hilbijartinê de bi ser bikeve, dereweke mezin dike. Medya alîgirê wî jî vê derewê belav dike. Li gorî vê derewê; bi balafirên şer li civîna rêveberiya me xistine û 35 hevalên me şehîd bûne. Ev yek gava dawî ya Erdogan e ku fêhm kiriye wê di hilbjartinê de têk biçe. Bi rêya dereweke bi vî rengî dixwaze dengê hin şovenîstan û dijminê Kurdan bigire. Xuya ye dibêjin, ‘eger em çend roj beriya hilbijartinê bêjin wê derewa me eşkere nebe û em ê sûdê ji vê derewê bigirin’. Ev derewa bêbingeh li qesrê hatiye amadekirin. Jê heye ku mûxalefet wê li ber vê derewê ranebe û eger li ber rabe jî wê ji mûxalefetê re bêje ‘hûn alîgirê terorê ne?’ û bêdeng bike. Ji xwe mûxalefetê ti bersiv nedaye vê derewa Erdogan a ji bo hilbijartinê. Me beriya niha bi hin wesîleyan dabûn xuyakirin ku beriya hilbijartinê wê serî li pîlanan, komplo û provokasyonan bidin. Derewa ‘me li civînê xistin, 35 rêveber ji holê rakirin’ vê yekê radixe pêş çavan.
Divê temamiya gelên Tirkiyeyê, hêzên demokasiyê, partiyên siyasî û mûxalefet zanibin ku ev yek derewek e ku ji bo xapandina gel hatiye kirin. Bi vê derewê xwestine di hilbijartinê de bi ser bikevin. Pêwîste gel jî di sindoqê de vî şexsê derewîn û partiya wî ceza bike. Ji ber ku dixwaze di nava van şert û mercên newekhev ên hilbijartinê de kampanya hilbijartinê hîn bi neheqî bimeşîne û dengê hin kesên neteweperest, şoven û dijminê Kurdan bigire.
Zanin ku çend pûan jî dikare encama hilbijartinê biguherîne, lewma serî li rêyeke bi vî rengî dane. Ev derewa ku çend roj beriya hilbijartinê hate kirin piştre eşkere bibe jî, wê bêje, ‘derew jî be, ne dereweke xerab e’.
Em hemû gelên Tirkiyeyê û hêzên siyasî hişyar dikin. Divê tavilê vê derewa Erdogan raxin pêş çavan. Eger tiştekî bi vî rengî pêk hatibûya, ne tenê medya alîgirê AKP’ê, wê hemû çapemenî biketibûna nava hewldanan ji bo vê bûyerê bidin. Nûçeyeke bi vî rengî wê di çapemeniya hemû cîhanê de cih bigirta. Ji ber ku mîna Tayyîp Erdogan dibêje, bûyerek nikare bê veşartin. Lewma bila kesek dudil nebe, van lîstik û fenên Tayyîp Erdogan ên ji bo hilbijartinê eşkere bikin û lê vegerînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.