Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tirkiye çeteyan dibe Başûrê Kurdistanê

23/06/2018
in ROJEV
A A
Tirkiye çeteyan dibe Başûrê Kurdistanê
Share on FacebookShare on Twitter

Rêjîma AKP’ê hewl dide çeteyên di operasyona Mertalê Firatê de bi kar anîbûn, niha jî li Qadên Parastinê yên Medyayê li dijî gerîla bide şerkirin.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin hikumeta AKP’ê ku çeteyên Mertalê Firatê û çeteyên DAIŞ û El-Nusra di şerê xwe yê Bakurê Sûriyê de bikar anîn niha jî wan li gorî erdnîgariya herêmê perwerde dike û dê di şerê li dijî herêmên Parastinê yên Medya û gêrîla bikar bîne. Çeteyên ku dewleta Tirk ew li dijî hêzên ku Rojava û Bakurê Sûriyê ji teroristan rizgar kirin, dan şerkirin, niha dixwaze bi wan êrîşî Herêmên Parastinê yên Medya bike.
Li gorî agahiyan ev çete bi eslê xwe ji Tirkiye, Sûriye, Iraq, Afganistan, Azerbeycan û Çeçenistanê ne, li kampên leşkerî yên li bajarên Konya, Tokat û Kayseriyê ên Tirkiyê tên perwerdekirin.

LI SER TAKTÎKÊN GERÎLA PERWERDE
DIKIN

Serokê AKP’ê Erdogan ku di hêla moralê de hêza leşkerî winda kiriye û ji ber vê yekê jî leşkerên ku karibe bişîne qada şer, wekî li Bakurê Sûriyê, li Qendîlê jî dixwaze bi rêya çeteyan şer bike. Ji bo ev çete karibin di qada çiya de şer bikin di bin banê Şîrketa Bazirganiya Şêwirmendiya Parastina Navneteweyî (SADAT) de ku bi taybetî ji aliyê Erdogan ve tê birêvebirin û wek artêşeke paralel tê nasîn, perwerdeya taybet a gerîla û parastina wê tê dayîn.

WÊ KINCÊN PÊŞMERGEYAN LI
ÇETEYAN BIKIN

Çeteyên ku hatine perwerdekirin, şandin sînorên Qadên Parastinê yên Medyayê. Hate gotin ku dê cilên pêşmergeyan li wan bikin û li dijî hêzên gerîla bidin şerkirin. Hat destnîşankirin ku niha çete di baregehên MÎT’a dewleta tirk ên li Kanîmasî, Amedî, Bamernê, Qesrê û Sîdekan de hatine bicihkirin û di vir de jî ev çend roj derbarê şerê cografîk û parastinê de têne perwedekirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.