HPG’ê diyar kir ku artêşa tirkî ya dagîrker ku êrişî Garê kir şkestineke giran xwariye û vekişiyaye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên dagîkeriyê yên ser Garê û berxwedana gerîla bi daxuyaniyekê agahî dan.
NPGê diyar kir ku 13 û 14ê Sibatê gelek herêmên Garê bênavber bi balafir û helîkopteran hatine bombekirin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, 13’ê Sibatê gelek helîkopteran ku dixwest bikevin qada Garê ji hêla hêzên me ve bûne hedef û derbên serkeftî li wan hatine xistin. Di encama vê lêdanê de helîkoptêreke Kobra derb xwariye, helîkoptêrên din jî neçar mane ku ji qadê dûr bikevin.
“HÊZÊN PARASTINA EZMANÎ YÊN ŞEHÎD DELAL DU ÇALAKÎ KIRIN”
NPGê da zanîn ku 13’ê Sibatê hêzên wan yên Parastina Ezmanî yên Şehîd Delal li qada Siyana li dijî dagîrkeran bi amûrên hewayî du çalakiyên cuda kirine. Di van çalakian de hedefên ku hatine diyarkirin bi rengekî serkeftî derb li wan ketine.
NPGê diyar kir ku êrişa dagîrkeriyê ya artêşa tirkî ya dagîrker ya li ser herêma Garê rasta berxwedana bibandor hatiye û plana dagîrkirinê bêencam maye. Xwedêgiravî yekîneyên herî bijarte yên artêşa tirkî derbên giran xwarine û artêşa dagîrker hatiye şkandin. Arteşa tirkî ya şkestî neçar maye ku ji Garê vekişe.
NPGê da xuyakirin ku wê agahiyên berfireh pişt re ragihînin.